Peymana nû bi 3 şertan e: Amerîka ji Îranê çi dixwaze?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Dan û Standin Cenevre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navenda gefên leşkerî û bicihkirina hêzên Amerîkayê de, nûnerên Washington û Tehranê îro li Cenevreyê civiyan.

Ajansa Axios û rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) hûrgiliyên daxwazên tund ên Amerîkayê eşkere kirin ku wekî mercê sereke ji bo rêlibergirtina şer hatine pêşkêşkirin.

Li gorî rapora ajansa Axiosê, Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û Şêwirmendê Trump Jared Kushner, zêdetirî 3 demjimêran bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re li Cenevreyê civiyan.

Axiosê amaje bi wê yekê kir ku dan û standin bi du awayan hatin kiri:

Bi awayekî nerasterast bi rêya Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir Bûseîdî û bi awayekî rasterast di navbera nûnerên Amerîka û Îranê de.

Wezîrê Karên Derve yê Umanê di nîvê dan û standinan de ji Axiosê re got:

"Em mijûlî dan û standina nêrînên nûjen û erênî ne û em hêvîdar in ku em pêşketinên zêdetir bi dest bixin."

Her wiha Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi jî beşdarî civînan bû.

Şertên giran ên Washingtonê

Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) perde li ser naveroka daxwazên Amerîkayê rakir.

Li gorî zanyariyên vê rojnameyê, şandeya Amerîkayê tekez kiriye ku divê Îran van her sê gavan biavêje:

Jiholêrakirina navendan: Divê Îran her sê navendên xwe yên sereke yên nukleerî (Fordo, Netenz û Îsfehan) bi temamî ji holê rake.

Radestkirina uranyumê: Divê Îran hemû uranyuma xwe ya dewlemendkirî ku nêzîkî 10 hezar kîlogram (10 ton) e, radestî Amerîkayê bike.

Peymana daîmî: Washington daxwaz dike ku her peymaneke nû divê ji bo heta hetayê be û ti dema wê ya bidawîbûnê nebe, ne wekî ya serdema Obamayê.

Li gorî Wall Street Journalê, Îranê pêşniyar kiriye ku dewlemendkirina uranyumê daxîne asta ji sedî 1,5 an jî ji bo çend salan rawestîne lê Amerîka tekezî li ser "sifir dewlemendkirinê" dike.

Senatorê Komarî Lindsey Graham ji Wall Street Journalê re ragihand:

"Her ramana ku rê bide Îranê ji bo dewlemendkirina kêm, ku tenê ji bo parastina rûyê xwe be, bêqîmet e û divê were redkirin."

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji heman rojnameyê re eşkere kir ku israra Îranê ya li ser neaxaftina derbarê mûşekên balîstîk de "pirsgirêkeke gelekî mezin e."

Rubio got, "Ew bê guman hewl didin bigihin mûşekên parzemînî."

Her çend dan û standinên Cenevreyê tenê li ser dosyaya nukleerî bûbe jî Amerîka dixwaze bi rêya hevparên xwe yên herêmî zexta mûşekî û komên çekdar jî çareser bike.

Nîşaneyên li Tehranê

Li aliyê din, Axiosê bal kişand ser daxuyaniyeke Elî Şemxanî (Şêwirmendê Bilind ê Elî Xameneyî) ku tê de nivîsiye:

"Eger pirsgirêka sereke ya Amerîkayê çeka nukleerî be, ev yek bi fetwaya Xameneyî û bingeha parastinê ya Îranê re digunce û peymaneke lezgîn li ber dest e."

Şemxanî tekez kir ku desthilata temam dane Eraqçî da ku vê peymanê îmze bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst