Zanîngeha Dîcleyê rêya 32 gundan girt
Amed (Rûdaw) - Birêveberiya Zanîngeha Dîcleyê, rêya çûn û hatinê ya 32 gundên navçeya Sûrê ya Amedê girt.
Ji ber ku rê di nav eraziya zanîngehê re derbas dibe, birêveberiya zanîngehê rê bi temamî xera kir.
Muxtarên van gundan civiyan û wan li hemberî birêveberiya zanîngehê nerazîbûn nîşan da.
Li gorî gotina muxtaran, bi hezaran gundî neçar in vê rêyê bi kar bînin.
Eger gundî di vê rêyê re neçin û neyên, rêya wan herî kêm dê 10 kîlometreyan dirêj bibe.
Ev yek jî dibe sedem ku ew nikaribin nexweşên xwe di dema pêwîst de bigihînin nexweşxaneyê.
Rê bi temamî hat xerakirin
Ev rê ne ji ber erdhej an karesateke xwezayî, bi biryara Zanîngeha Dîcleyê hatiye girtin.
Zanîngehê bi hinceta ku rê di nav eraziya wê re derbas dibe, rêya 32 gundan ji çûn û hatinê re girt û bi temamî xera kir.
Muxtarên van gundên ku rêya wan hatiye girtin li hemberî vê rewşê nerazîbûn nîşan da.
Berdevkê Muxtaran Aydin Alakuş diyar kir ku dema sala 1974an dest danîne ser zeviyan, erdê 3-4 gundan hemû kirine yek û got:
"Tam 17 hezar û 500 donim erd çêkiriye. Di vî 17 hezar û 500 donimî de gelek rê û malên xelkê hebûn.
Ew hemû girtiye, kiriye ser navê xwe û ev rê jî bi awayekî demkî vekirî hiştine.
Piştî ku dema serlêdana nerazîbûnê qediya, di carekê de ev rê li ser gundiyan girtin."
"Rêya karwanan bû"
Gundî dibêjin beriya bi sedan salan jî ev der rêya karwanan bûye û bapîrên wan jî her di vê rêyê re çûne û hatine.
Gundî dibêjin, "Nabe ku ev rê di carekê de bê girtin."
Muxtarê Arzuoxliyê Tajdîn Çîçek jî gazinên xwe arasteyî siyasetmedaran kir û got:
"Gazina me ji siyasetmedar û parlamenterên me ye. Çi yên DEM Partiyê, çi yên AK Partiyê û çi yên CHPyê.
Ev hemû hatine hilbijartin, nûnerên xelkê ne. Bi rastî ev berxwedana ku niha em dikin divê wan parlamenteran bikira."
"Ev zilm e"
Muxtarê gundê Aslanoxliyê Mehmet Candan jî rewş wekî "zilm"ê pênase kir û wiha axivî:
"Ev tade ye, zilm e, heqaret e û mexdûriyet e. Mirov guneh in. Nifûsa van gundan herî kêm 20 hezar e.
Tam 32 gund in. Tenê gundê min 150 mal e. Gund heye 300 mal e, gund heye 200 mal e, gund heye 50 mal e."
Muxtarê Baxçecîkê Mehmet Lala jî got, "Ev rêya bav û kalan e.
Xera kirin, rêya me birîn. Em hewaleyê Xwedê dikin. Xwedê di heqê wan de were."
Gefên îstifayê
Hacî Ergîn Bayramê ku ji lîsteya AK Partiyê Endamê Meclisa Şaredariya Sûrê ye, dixwaze şaredarî, Rêyên Bejahî û birêveberiya zanîngehê bi hev re ji bo gundiyan rêyeke nû vekin. Eger na ew amade ye dev ji erkê xwe berde.
Endamê Meclisa Şaredariya Sûrê Hacî Ergîn Bayram wiha got:
"Dixwazim demildest vê rêya me vekin. Heqareteke wiha hatiye kirin ku nayê qebûlkirin.
Eger rê venekirin ez îstifa dikim. Bila vê her kes zanibe."
Gundî dixwazin di demeke nêzîk de çareyek ji wan re bê dîtin.