EFRÎN - Çekdarên “Artêşa Azad” bi hev ketin: Kuştî hene

26-03-2018
RÛDAW
Nîşan Çekdarên dijbereya Sûriyê Pevçûn Efrîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera du grûpên bi ser “Artêşa Aazad a Sûriyê” ve de pevçûn derket û di encamê de 7 çekdar hatin kuştin. Zêdetirî 130 çekdaran jî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin.

 

Li gor nûçeya Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovî ya Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, du grûbên çekdarên ên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê  yên bi navê Yekîneyên El Hemze ku berê Amerîkayê piştgiriya wan dikir û Ehrar El Şerqiye li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi hev ketin.


Hat ragihandin ku Ehrar El Şerqiye, Yekîneyên El Hemze bi “ji bo operasyonê reş bike ferman ji hêzên welatên rojavayî wergirtiye ku malên li Efrînê talan dikin” tohmetbar kir û li ser vê yekê di navbera herdu grûpên çekdar de pevçûn derketiye.


Li gor ajansa nêzîkî hikûmeta Sûriyê, çekdarên El Hemzeyê fermanderekî el Masdarê jî Ehrar El Şerqiyê kuştiye li ser vê yekê herdu hêz bi hev ketine.


Di heman demê de Rêxistina Mafê Mirovî ya Sûriyeyê ragihand ku Hêza Çekdar a Tirkiyê ji bo girtina endamên El Hemze ferman  daye Ehrar El Şerqiyê.


Ji aliyê din ve li ser torên medya civakî jî wêneyên çekdarên El Hemze yên ku ji aliyê Ehera El Şerqiyê ve hatine girtin têne belavkirin.


Li gor agahiyên berdest di encama pevçûnan de 7 çekdar hatin kuştin û zêdetirî 130 çekdaran jî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.


Hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê 18ê Adarê derbasî navenda bajarê Efrînê bûbûn û kontrolkirina bajêr ragihandibûn. Li gorî dimênen hatine belavkirin hêzê êrişkar li nav bajarê Efrînê dest bi dizîn û talankirina mal û milkê xelkê sivîl kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst