Ji Cindirêsê 40 kesan berê xwe dan Hecê

12-06-2023
Hisên Omer
Ji Cindirêsê 40 kesan berê xwe dan Hecê
Ji Cindirêsê 40 kesan berê xwe dan Hecê
Nîşan Efrîn Cindirês Hec
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji nahiya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê 40 welatî di rêya herdu deriyên sînorî yên Bab el-Hewa û Bab el-Selame re berê xwe dane Hecê.

Li gundê Axcelê yê ser bi nehiyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê ve du welatî xwe ji çûna hecê re amade dikin piştî ku navê wan di lîsteya heciyên îsal de hatiye pejirandin.

Welatî Hecî Ehmed got "Ez Hecî Ehmed im ji Axcelê, elhemdulîllah me navê xwe qeyd kir û navê me jî hat qebûlkirin. Em dê herin heca xwe bikin. Aqûbet li zarokên we, mezinên we giştan be. Em dê herin bixêr û selamet heca xwe jî bikin û li wir dua li we bikin."

Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand ku roja Yekşemê, zêdeyî 40 kesan ji navçeya Cindirsê di rêya herdu deriyên sînorî yên Bab el-Hewa û Bab el-Selame re berê xwe dane Hecê.

Hevjîna Hecî Ehmed dibêje "Me navê xwe nivîsand elhemdûlîllah navê me derket ku em herin mala Rebil Alemîn bibînin. Emê dua li vî miletî bikin. Xwe bi nisîve we giştan bike û zarokên me jî bike. kîjan bi xêr be Xwedê wê bişîne înşellah."

Çavkaniya taybet bi Rûdawê da zanîn ku Ofîsa Hecê ya hikûmeta Înqaz ser bi Desteya Tehîr el-Şam bi hevahengiya ligel Îtîlafa Opozisyona Sûriyê çûn û vegera heciyên herêmê li xwe girtiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst