DUHOK - Kartên dengdanê yên 50 hezar koçberan bûye pirsgirêk

26-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Duhok Koçber Kartên dengdanê Mûsil Hilbijartin Iraq
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Navên nêzî 50 hezar kesan ji koçberên devera Şingalê  jibo dengdanê li nava bajarê Mûsil hatiye tomarkirin, beşek ji wan dibêjin ku zehmet e ew biçin kartên xwe wergirin, ji ber ku rê ne xweşe û metirsîdar e û ji aliyê aborî ve jî bo wan giran e.

 

Beşek ji wan koçberan jî dibêjin, ew bi zorê dikarin debara jiyana xwe bikin, û ew nikarin xerciyên çûn û hatina Mûsilê jî li xwe bigrin û dixwazin hêsankarî ji bo wan bêne kirin.

 

Feysel Murad awareyekî xelkê Şingalê ye û niha li kampekê li parêzgeha Duhokê dijî, ew dibêje: “Gelek ji nîştecihên kampê, tenê 1 hezar dînar jî bi wan re nîne, ku kîloyek temateyan pê bikirin, vê ca da çawan biçin Mûsilê û karta xwe bihînin. Em nikarin beşdariyê di hilbijartinan de bikin, em dixwazin kartên me ji me re bihînin kampê yan jî Xankê, eger na em nikarin beşdariyê di hilbijartinan de bikin.”

 

Awareyekî din ê Şingalê yê bi navê Qasim Seydo jî dibêje: “Me pere nîne ku em kiriya otomobîlê bidin, eger ku kartê ji me re nêzîk nekin, em naçin hilbijartinan.”

 

Ofîsa Duhokê ya Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, rêkarên pêwîst ji aliyê locestîk ve dabîn kiriye û li gel ofîsa giştî ya Mûsilê mijûlî çaresekirina arîşeyê ne.

 

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Komsîyonê li Duhokê, Muhened Remezan jî ji Rûdawê re diyar kir: “Hinek kes hene ku nehatine tomarkirin, dibêjine wan ku nîştecihbûna wan ne ya berdewam e, û pêwîst e biçin Mûsilê kartên xwe werbigrin.”

 

Zêdetirî 160 hezar koçberên xelkê Mûsilê, li parêzgeha Duhokê mafê dengdanê hene, mesleya kartên 111 hezar kesan ji wan çareser bûye, lê kartên 50 hezar kesan ji wan li bajarê Mûsilê ne û hêj arîşeya wan nehatiye çareserkirin.

 

Biryar e di 12ê Gulana îsak de hilbijartinên parlamentoya Iraqê bihêne encamdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst