کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Moleta artêşa Iraqê dabû YBŞê îro bi dawî tê

Tehsîn Qasim

Tehsîn Qasim

26-03-2021
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê ye, ji sala 2016an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike.
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim26-03-2021
Peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê ye, ji sala 2016an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Şingal (Rûdaw) - Firqeyên 20 û 15 ên artêşa Iraqê di çendrojên derbasbûyî de molet dabûn Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û ew molet îro, 26/03/2021 bi dawî tê.

Di 4 rojên derbasbûyî de artêşa Iraqê rê nedan wesayîtên YBŞ û Asayişa Êzidxanê derbasî navenda bajarê Şingalê bibin û ev yek jî bûye sedema tevlîheviyê.

Heval Tirêj Şingalî, Berpêrsê YBŞê li Şingalê, dibêje, “Ev rêgirtin ne tiştekî yasayî ye. Ji xwe em ji navenda bajêr bi şêweyekî fermî vekişiyane bi diyalogê, lê hinek sozên ku serkirdeyên Iraqê dabûn Rêveberiya Xweser û hêzên me pêk nehatine.”

Endam û alîgirên Meclîsa Rêveberiya Xweser li Şingalê, di kongreyeke rojnamevanî de helwesta xwe diyar kirin.

Rîham Hicu, Hevseroka Desteya Rêveberiya Şingalê, got, “Rêveberiya me, wan daxwazên Iraqê di cih de nabîne û qebûl nake. Baweriya gelê me bi asayiş, YBŞ û hêzên me tê. Ew tecrubeya fermanê hê jî li ser gelê me bi tesîr e.”

Rayedarên artêşa Iraqê radigihînin, heta meha Nîsanê dê hemû xal û bendên rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bikevin warê cîbicîkirinê.

Tehsîn Xefacî, Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê, dibêje, “Îro em dibînin ku rêkeftin ketiye warê cîbicîkirinê. Bêguman wek ku rêkeftin hatiye kirin di navbera Serokwezîrê Iraqê û Hêza Çekdar û birayên me li Herêma Kurdistanê, îro kar destpê kiriye bo ku hemû xalên rêkeftinê werin cîbicîkirin. Îro hêzên me yên emnî hemû di amadebaşiyê de ne.”

Li gor xalên destpêka rêkeftinê biryar bû rêveberiyeke hevbeş û 2500 polîs ji xelkê Şingalê ji bo  deverê bên damezrandin, lê tevî derbasbûna 5 mehan jî yek xal ji wan jî nehatiye cîbicîkirin.

Li gor rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de biryar bû, bi tenê polîsê navxwe û artêşa Iraqê li navenda bajarê Şingalê bimînin.

Li gor gotina rayedarên artêşa Iraqê, eger YBŞ û artêşa Iraqê di van çend rojên nêzîk de negihijin ti rêkeftinekê, metirsiya wê heye şerekî neçaverêkirî li Şingalê rû bide.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên