Ji ber ava qirêj jiyana xelkê Xelfetiyê di xetereyê de ye
Xelfetî (Rûdaw) - Li navçeya Xelfetiya Ruhayê ava kanalîzasyonê 15 kîlometre bi ser gundên derdorê de diherike. Gundiyên Hemqê, Tizhê û Tateynê dibêjin ew ditirsin ku ava kanalîzasyonê tevli ava wan a vexwarinê ku ji bîran dikişînin bibe û bi jehrê bikevin. Gundî ji ber bîna vê ava genî helaq bûne. Ew ji derdê xwe re çareyek dixwazin.
Ji ber vê ava qirêj a kanalîzasyonê jiyana gundiyên derdora Xelfetiyê di xetereyê de ye. Nexasim jî gundê Hemqê ku rûniştvanên wê ji 2 hezar kesan pêk tê.
Ayla Polat ku hem dayik û hem jî pîrika gelek neviyan e dibêje ji ber vê ava qirêj ew helaq bûne. Lewre ditirse ev ava qirêj tevli ava bîra wan a vexwarinê bibe. Bîna genî jî di ser de...
Rûniştvana Gundê Hemqê Ayla Polat dibêje: “Kes ji derdê me re nabe derman. Ev 4-5 sal in em ji destê ava genî mirine. Ava tiwaleta Xelfetiyê hemû bi ser me de tê. Bi ser me de tê, di ber xaniyê me re diçe. Ev ava me ye. Em vê avê vedixwin, giş mîkrob e. Em çawa bikin? Hikmê me tune ku em her roj ava hazir bikirin.
Li gorî gundiyan ev ava qirêj 5 sal in di gundê wan re derbas dibe. Lê îsal ji salên berê zêdetir bûye. Ji ber ku tu çareyek ji wan re nehatiye dîtin li gundên wan tu tam nemaye.
Rûniştvanê Gund Nehsan Polat jî got: “Tevlî ava me ya vexwarinê dibe. Hemû nexweşî ye. Bi zanebûn milet bi jehrê dixin.”
Rûniştvanê Gund Aydin Çîmendag jî dibêje: “Ji ber vê avê milet perîşan e. Ji ber kelmêşan em havînê nikarin li ser textê ser xanî razên.”
Rûniştvana Gund Medîne Çîmendag jî got: “Wilehî madê min li hev dikeve. Li ber rûniştim hundirê me tê xwarê. Em dimirin. Bi ser zeytûnên me de jî diçe. Gerek em wan qut bikin. Mirov dibêje qey ferat e.”
Serçaviya vê avê ji Xelfetiyê heta gundê dawî yê ku digihijê tam 15 kîlometre ye. Gundî dixwazin saziyên pêwendîdar ji bo wan binesaziyek çêkin û wan ji vê rewşa zehmet xilas bikin.