Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê agir bi erdên çandiniyê ket û 155 donim genim şewitî.
Doh li gundê Tilqerê yê Qoserê û gundê Qesra Belek ê Nisêbînê ji ber sedemên nediyar agir bi erdên çandiniyê ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn her du gundan.
Agirên li gundên Tilqerê û Qesra Belek ji aliyê gundiyan û tîmên agirvemirandinê ve hatin temirandin.
Li gundê Tilqerê 100 donim û li gundê Qesra Belek jî 55 donim genim şewitî.
Her wiha boriyên avdaniyê yên li nav erdan jî ji ber agir zerer dît û şewitîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse