Hevya Sor a Kobanî: DAIŞê 50 sivîl dîl girtine

26-06-2015
RÛDAW
Nîşan Heyva Sor Kobanî DAIŞ
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) Heyva Sor a Kurdî li Kobanê ragihand, nêzîkî 50 kesên sivîl dîl ketine destê DAIŞê, herwiha aşkere jî kir ku zêdetirî 150 kesên sivîl jî li Kobanî şehîd ketine.

 

Rêvebirê Heyva Sor a Kobanî, Şahîn Şêx Elî ji Rûdawê re ragihand ku nexweşxaneya Miştenûrê ji aliyê jineke Amerîkî bi navê Krîstîna tê birêvebirin û 4 pizîşkên din ên Rêkxistina Pizîşkên Sînornenas jî tê de kar dikin.

 

Derbarê çarenivîa wan 5 Pizîşkên Sînorneas de, Şahîn Şêx Elî got, ew her pênce niha li cihekî ewle ne û ti metirsî li ser jiyana wan tine ye û ew dîl neketine destê DAIŞê.

 

Şêx Elî herwiha diyar kir ku dema çekdarên DAIŞê êrîşî nexweşxaneya Miştenûrê kirin, ti pizîşk û karmendek tê de tine bû, ji ber ku serê sibehê zû bû.

 

Li ser hejmara qurbaniyan jî, Rêveberê Heyva Sor a Kobanî ragihand ku li gor agahiyên di destê wan de ku ji malbatên qurbaniyan wergirtine, ji duh heta îro zêdetirî 150 kesên sivîl li Kobanê bi destê çekdarên DAIŞê şehîd bûne û zêdetirî 300 birîndar jî hene.

 

Rêvebirê Heyva Sor herwiha ji Rûdawê re aşkere kir ku heta niha nêzîkî 50 sivîl ên taxên Miktel û Şehîd Moro, dîl ketine di destê DAIŞê de û çekdarên DAIŞê wan sivîlan wek mertalên zindî di şer de bi kar tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst