Hewlêr (Rûdaw) - Îro 10 sal di ser Komkujiya Sirûcê re derbas dibin ku di encamê de 33 xortên Kurd û Tirk ên ku dixwest ji bo alîkariya zarok û xelkê Kobaniyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin canê xwe ji dest da.
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) 20ê Tîrmeha 2015an li baxçeyê Navenda Çandê ya Amara ya navçeya Sirûcê ya Rihayê kom bûn da ku beriya derbasî Kobaniyê bibin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Di dema daxuyaniyê de DAIŞê êrişeke xwekujî kir û di encamê de 33 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.
Navên kesên ku di Komkujiya Sirûcê de canê xwe ji dest da ev in:
Ugur Ozkan
Kasim Deprem
Hatîce Ezgî Sadet
Cemîl Yildiz
Çagdaş Aydin
Nazli Akyurek
Fikriye Ece Dînç
Mucahît Erol
Murat Yurtgul
Emrullah Akhamur
Îsmet Şeker
Nartan Kiliç
Veysel Ozdemir
Nazegul Boyraz
Alper Sapan
Alîcan Vural
Osman Çîçek
Dîlek Bozkurt
Buşra Mete
Yunus Emre Şen
Aydan Ezgî Şalci
Mehmet Alî Varol
Koray Çapoglu
Suleyman Aksu
Cebraîl Gunebakan
Okan Pîrînç
Ferdane Kiliç
Serhat Devrîm
Metîn Peşmen
Erkan Akbuga
Vatan Budak
Polen Unlu
Îdîl Guneyî
DAIŞê ev êrişa hovane girt ser xwe û hat diyarkirin ku êrişkar endamê DAIŞê yê bi navê Şeyh Abdurrahman Alagoz bûye.
Ciwanên di komkujiyê de canê xwe ji dest da ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûbûn Sirûcê.
Armanca wan ew bû ku piştî şerê dijwar ê li dijî DAIŞê, alîkariyê bidin ji bo avakirina Kobaniyê û pirtûk û pêlîstokan ji zarokên Kobaniyê re bibin.
Komkujiya Sirûcê di heman demê de bû sedema bidawîhatina “Pêvajoya Çareseriyê” ya ku wê demê di navbera Tirkiye û PKKyê de berdewam dikir.
Piştî wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêleke nû ya şer û pevçûnan dest pê kir.
Her sal di salvegera Komkujiya Sirûcê de li gelek bajaran çalakiyên bibîranînê tên lidarxistin û daxwaza edaletê tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse