Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku gerîlayê bi nasnavê Reşîd Rojhat canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, Reşîd Rojhat (Kemal Bozkurt) 7ê Adara 2023yan li Çiyayê Şaho ji şikêrê ketiye û canê xwe ji dest daye.
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) da zanîn ku agahiyên li ser nasnameya Reşît Rojhat wiha ne:
Reşît Rojhat: Navê wî yê fermî Kemal Bozkurt e û ew ji Colemêrgê ye. Navê dêya wî Halîme û navê bavê wî Hacî ye.
Reşîd Rojhat ji eşîra Mamxuriyan e û sala 2015an tevlî refên gerîlayan bûye.
YRKyê da zanîn ku birayê Reşîd Rojhat ê bi navê Bahoz (Nacî Bozkurt) jî gerîla bûye û wî sala 2016an li Şirnexê di “çalakiya fedayî” de canê xwe ji dest daye.
Divê were gotin ku Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) baskê çekdar ê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse