ROJAVA - DAIŞê Til Eran dorpêç kir

26-08-2015
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistan Heleb Til Erdan DAIŞ Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên rêxistina DAIŞê êrişî bajarê Til Eran a ser bi parêzgeha Helebê ve kirin û di êrişa wan de 2 zarokên kurd şehîd bûn.

 

Hat ragihandin, îro çekdarên DAIŞê li parêzgeha Helebê êrişî Kurdan kir. Li gor agahiyan, çekdarên wê rêxistinê êrişî bajarokê Til Eran a girêdayî Helebê kirin û di encamê de 2 kesên sivîl hatin şehîdkirin.

 

Derbarê wê mijarê de çalakvanê kurd Azad Aranî ku ew bi xwe xelkê Til Eranê ye, ji Rûdawê re ragihand, di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê de bo ser bajarokê Til Eranê, 2 zarokên kurd şehîd ketin û çend welatiyên din ên sivîl kî birîndar bûn.

 

Wî çalakvanê kurd ev yek jî anî ziman, ku heya niha Til Eran di bin kontrola hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de ye, lê çekdarên DAIŞ ji sê aliyan ve, ev bajarok dorpêç kirine.

 

Bajarokê Til Eran li bakurê Sûriyeyê û girêdayî parêzgeha Helebê ye. Piraniya xelkê wê bajarokî kurd in û ji ber şer û pevçûnan û êrişî li dijî Kurdan li wê herêmê, piraniya wan bi neçarî penaber bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst