Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweseriya ragihand ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê "sûcên şer" tên kirin û bangî civaka navneteweyî kir ku mecliseke lêkolînê ya serbixwe ava bike.
Rêveberiya Xweser li ser bûyerên dawî yên li taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyeke berfireh belav kir û diyar kir ku ew binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan bi "fikareke mezin" dişopînin.
"Di nav koman de DAIŞî hene"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê binpêkirinên giran dikin û hat ragihandin ku di nav van koman de endamên DAIŞê jî hene û wiha got:
"Gelek delîl hene ku hejmarek ji wan hêmanên DAIŞê ne.
Ew bi eşkereyî tiştên ku berê li ser li hev kiribûn, di nav de misogerkirina parastina ewlehî û aramiya sivîlan, bin pê dikin."
"Girtina keyfî û heqaret didomin"
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tevî lihevkirinan jî sûcên şer bi awayekî sîstematîk berdewam dikin û wiha pê de çû:
"Rewşên girtina keyfî, heqaret û biçûkxistina welatiyên sivîl têne tomar kirin.
Ev pêkanîn li dijî nirxên herî bingehîn ên mirovan in û binpêkirineke eşkere ya qanûn û peymanên navneteweyî ne ku parastina sivîlan di demên şer de garantî dikin."
Banga avakirina meclisa navneteweyî
Rêveberiya Xweser li ser bingeha "berpirsiyariya exlaqî û neteweyî" bangî Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan kir û xwest ku "mecliseke navneteweyî ya serbixwe" were avakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin armanca vê meclisê ew e ku "hemû binpêkirin û sûcên ku li dijî sivîlên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine kirin lêkolîn bike û berpirsiyar hesab bidin."
Rêveberiya her wiha hişyarî da ku paşguhkirina van sûcan dê pirsan li ser pabendbûna civaka navneteweyî ya bi prensîbên edalet û mafên mirovan derxe holê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse