Ji ber bombebaranên Tirkiyeyê du hefte ne daristanên Amêdiyê dişewitin

26-08-2023
Kerîm Şewqî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kawe Sebrî Amêdî Daristan Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bombebaranên Tirkiyeyê du hefte ne ku agir bi daristanên Amêdiyê ketiye.

Ji ber bombebaran û şerê ku heye tîmên vemirandina agir nikarin biçin deverê.

Herwiha agir ziyaneke mezin gihandiye bi hezaran donim daristan û pawanan.  

Rêveberê Daristan û Pawanan ê Parêzgeha Duhokê Dr. Kawe Sebrî, ji tora medyayî ya Rûdawê re got:

“Du hefte ne ku agir bi daristanên nahiyeyên Dêrelûk û Kanî Masê yên Amêdiyê ketiye û ziyaneke mezin gihandiye deverê.”

Kawe Sebrî herwiha li ser şewata li vê herêmê destnîşan kir:

“Agir bi her du milên Çiyayê Metîn û Çiyayê Garê yên li Gundên Sipîndarê û Mehêdiya, Terwaniş û Bêtkarê yên Kanî Masê ketiye.

Herwha li gundên Sergelê heta Berçî, Guherz û Reşave yên Dêrelûkê jî agir heye.

Ji ber wan agiran bi hezaran donim zevî û daristan şewitî ne.”

Ji ber şer û bombebaranan kes nikare nêzîkî wan deveran bibe

Heta niha hewlên kontrolkirina agir serkeftî nebûne ji ber ku weke Kawe Sebrî got ew dever çiyayî ne û berdewam şer û bombebaran lê heye kes nikare xwe nêzî wan deveran bike.

Şêniyên herêmê li wan cihên ku dikarin herin hewla kontrolkirina agir didin. 

Ji ber ku devereke çiyayî ye hêzên taybet nikarin biçin agir kontrol bikin, tenê şêniyên wan deveran hewla kontrolkirina agir didin.

Lê hin navçe hene ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê, Pêşmergeyên parastina jîngehê, polîs, tîmên agirvemirandinê û xelk nikarin xwe bigihînin wan deveran.

Kawe Sebrî da xuyakirin ku Nahiya Dêrelûk û Kanî Masê di dema du hefteyan de ziyaneke gelek mezin dîtiye bi taybet li gundên Sergelê, Berçî, Guherz, Reşave, Tirwaniş, Bêtkar, Zêwe, Nêrwe û Rêkanê.

Herwiha Sebrî diyar kir ku ji ber wan bombebaran û agiran ziyaneke mezin gihîştiye gihaye daristan, ajel û teyr û tewalên deverê.

Welatî nikarin biçin berhemên xwe bidin hev

Kawe Sebrî got ku li wan navçeyan berhemên wekî “Berû, mazî, kewzan, gihîşk û rezên tirî hene lê ew ji nav çûne. Welatî nikarin biçin wan berheman bidin hev.”

“Kesên li aliyê din ên sînor daran dibirin û difiroşin”

Li gorî Kawe Sebrî, yek ji pirsgirêkên din birîna daran û çêkirina riyan e ji aliyê Leşkerê Tirkiyeyê ve.

Sebrî da zanîn ku darên herêmê tên birîn û got:

“Birîna daran berdewam e, kesên li milê din ên sînor wan daran dibirin û difiroşin.

Em texmîn dikin ku dê demsala zivistanê birîna wan daran zêde bibe.”

Li seranserê Duhokê milyon û 700 hezar donim daristan û pawan heye.

Xeyn ji wan bombebaran, agirê xwezayî yan biqestî û guherînên jîngehê jî bandor li ser wan daristanan kiriye.

Niha metirsî li ser ji sedî 10 heta 15ê daristanên Dihokê heye.

Rêveberiya Daristan û Pawanên Duhokê niha mijûlî amadekirina raporekê ye ku wan ziyanan bi giştî eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst