Kampa Holê - 55 kesên ji malbatên DAIŞiyan tên derxistin

26-10-2025
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê DAIŞ Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser malbatên din ên DAIŞiyan ji Kampa Holê vedigerîne warên wan.

Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku îro 55 Sûriyeyiyên ji malbatên DAIŞiyan ji Kampa Holê tên derxistin.

Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed got:

"Îro bi hevahengiya Komîsyona Bilind a Penaberan, 15 malbatên Sûriyeyî yên DAIŞiyan ji Kampa Holê tên derxistin ku hejmara wan 55 kes e."

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku ew kes ji ber rewşa mirovî tên derxistin û ew xelkê Heleb, Dêrezor, Hums, Hema, Îdlib û Derayê ne.

Ji destpêka salê ve ev dibe karwanê sêyem ê koçberên Sûriyeyî ku ji Kampa Holê tên derxistin û 2 karwanên destpêkê çûbûn Dêrezorê.

Ehmed diyar kir ku zêdetirî 4 hezar û 200 malbatên Sûriyeyî di kampên Roj û Holê de dimînin û piştî rûxîna desthilata Beşar Esed wan biryara vegera koçberan dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst