Hewlêr (Rûdaw) – Amarên nifûsa Îraq û Herêma Kurdistanê li gorî parêzgeh, bajar û gundan hatin belavkirin.
Li gorî amaran, 32 milyon û 363 hezar û 649 kes (ji sedî 70,17) li bajaran û 13 milyon û 755 hezar û 144 kes (ji sedî 29,83) li gundan dijîn.
Her wiha nifûsa parêzgeha Hewlêrê kee pêşiya nifûsa Silêmanî û Helebceyê.
Wezareta Plandanînê ya Îraqê encamên destpêkê yên serjimêriya giştî ya niştecihan belav kirin.
Li gorî wan daneyên ku ji aliyê Wezareta Plandanînê ya Îraqê ve hatine belavkirin, di encama serjimêriya ku 20ê Çiriya Paşîn a 2024an hat kirin de, nifûsa Îraq û Herêma Kurdistanê gihiştiye 46 milyon û 118 hezar û 793 kesan.
Ji wê hejmarê 39 milyon û 599 hezar û 664 kes li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê dijîn û 6 milyon û 519 hezar û 129 kes jî li 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce) dijîn.
Nifûsa 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê dike ji sedî 14,13ê tevahiya nifûsa Îraqê.
Nifûsa Herêma Kurdistanê
Li gorî amarên serjimêriya giştî, nifûsa Herêma Kurdistanê gihiştiye 6 milyon û 519 hezar û 129 kesan.
Ji wan 3 milyon û 284 hezar û 668 kes (ji sedî 50,39) nêr û 3 milyon û 234 hezar û 461 kes (ji sedî 49,61) jî mê ne.
Parêzgeha Hewlêrê xwediyê herî zêde nifûsê ye ku 2 milyon û 517 hezar û 534 kes in ew jî dike ji sedî 38,62yê nifûsa Herêma Kurdistanê.
Nifûsa parêzgehên Silêmanî û Helebceyê bi hev re 2 milyon û 401 hezar û 724 kes e ew jî dike ji sedî 36,84ê nifûsa Herêma Kurdistanê.
Nifûsa parêzgeha Dihokê jî milyonek û 599 hezar û 871 kes e ku dike ji sedî 24,54ê tevahiya nifûsa Herêma Kurdistanê.
Nifûsa Hewlêrê ji ya Silêmanî û Helebceyê zêdetir e
Li gorî amaran, berê nifûsa parêzgeha Silêmaniyê (bi Helebceyê re) ji nifûsa parêzgeha Hewlêrê zêdetir bû lê li gorî daneyên dawî yên serjimêriyê, nifûsa parêzgeha Hewlêrê ketiye pêşiya wan her du parêzgehan.
Nifûsa parêzgeha Hewlêrê gihiştiye 2 milyon û 517 hezar û 534 kesan û nifûsa her du parêzgehên Silêmanî û Helebceyê gihiştiye 2 milyon û 401 hezar û 724 kesan.
Ango nifûsa Hewlêrê 115 hezar û 810 kes ji nifûsa her du parêzgehên din zêdetir e.
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 85ê xelkê bajarî ne
Amar nîşan didin ku ji sedî 85ê tevahiya nifûsa her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê li bajaran dijîn û tenê ji sedî 15 li gundan dijîn.
Bi giştî 5 milyon û 513 hezar û 276 kes li bajarên Herêma Kurdistanê û milyonek û 5 hezar û 853 kes jî li gundan dijîn.
Dihok: Milyonek û 273 hezar û 546 kes (ji sedî 80) li bajaran, 326 hezar û 325 kes (ji sedî 20) li gundan dijîn.
Silêmanî û Helebce: 2 milyon û 137 hezar û 95 kes (ji sedî 89) li bajaran, 264 hezar û 629 kes (ji sedî 11) li gundan dijîn.
Hewlêr: 2 milyon û 102 hezar û 635 kes (ji sedî 84) li bajaran, 414 hezar û 899 kes (ji sedî 16) li gundan dijîn.
Li parêzgehên Îraqê ji sedî 32yê xelkê gundî ne
Li parêzgehên Îraqê rêjeya kesên ku li gundan dijîn ji rêjeya gundiyên Herêma Kurdistanê zêdetir e.
Li parêzgehên Îraqê 26 milyon û 850 hezar û 373 kes li bajaran dijîn ku dike ji sedî 68ê nifûsê.
Her wiha 12 milyon û 749 hezar û 291 kes li gundan dijîn ku dike ji sedî 32yê tevahiya nifûsa her 14 parêzgehên Îraqê û parêzgeha Kerkûkê.
Li Kerkûk û parêzgehên Sunî rêjeya jinan zêdetir e
Li Kerkûkê û parêzgehên Nînowa, Diyala, Enbar û Selahedînê rêjeya jinan ji ya mêran zêdetir e.
Kerkûk: Milyonek û 22 hezar û 866 mê û milyonek û 11 hezar û 761 nêr in (Rêje: Ji sedî 50,27 û ji sedî 49,73).
Nînowa: 2 milyon û 134 hezar û 758 mê û 2 milyon û 127 hezar û 222 nêr in (Rêje: Ji sedî 50,09 û ji sedî 49,91).
Selahedîn: 892 hezar û 995 mê û 881 hezar û 547 nêr in (Rêje: Ji sedî 50,32 û ji sedî 49,68).
Diyala: 967 hezar û 334 mê û 967 hezar û 170 nêr in (Rêje: Ji sedî 50,004 û ji sedî 49,996).
Nifûsa Bexdayê nêzîkî 10 milyonan dibe
Nifûsa hemû her yek parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê zêdeyî milyonekê ne.
Bexda xwediyê herî zêde nifûsê ye ku 9 milyon û 780 hezar û 429 kes in.
Parêzgeha Musennayê xwediyê herî kêm nifûsê ye ku milyonek û 43 hezar û 87 kes in.
Piştî Bexdayê, parêzgeha Nînowa (Mûsil) bi 4 milyon û 261 hezar û 980 kesan di rêza duyem de ye û Besra jî bi 3 milyon û 664 hezar û 168 kesan di rêza sêyem de ye.
Li gorî serjimêriyê, Hewlêr li ser asta Îraq û Herêma Kurdistanê di warê zêdehiya nifûsê de parêzgeha çaremîn e.
Silêmanî di rêza heftem, Kerkûk heştem û Dihok di rêza pazdehem de ye.
Hejmara nifûsa Îraqê li gorî parêzgehan:
- Bexda: 9,780,429
- Nînowa: 4,261,980
- Besre: 3,664,168
- Hewlêr: 2,517,534
- Zîqar: 2,499,468
- Babil: 2,482,324
- Silêmanî: 2,401,724
- Kerkûk: 2,034,627
- Enbar: 2,004,418
- Necef: 1,950,833
- Diyala: 1,934,504
- Selahedîn: 1,774,542
- Kerbela: 1,754,065
- Wasit: 1,643,406
- Dihok: 1,599,871
- Dîwaniye: 1,477,310
- Mîsan: 1,294,503
- Musena: 1,043,087
- Bi Giştî: 46,118,793
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse