Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Daîreya Karûbarên Mayînan a Wezareta Jîngehê ya Îraqê, ji 2003yan ve zêdetirî 4 hezar û 500 kîlometre axa Îraq û Herêma Kurdistanê ji mayînan hatiye paqijkirin.
Birêvebirê Ragihandinê yê Daîreya Karûbarên Mayînan a Wezareta Jîngehê ya Îraqê Mistefa Hemîd ji Rûdawê re ragihand, 2 hezar û 300 kîlometre axa Îraqê bi mayînkirî maye ku nêzîkî 200 kîlometreyan li sînorê Herêma Kurdistanê ye.
Mistefa Hemîd got, “Ji sala 2003yan ve zêdetirî 4 hezar û 500 kîlometre axa mayînkirî hatiye paqijkirin.”
Li gorî gotina Birêvebirê Ragihandinê yê Daîreya Karûbarên Mayînan a Îraqê, mayîn curbicur in û yên herî diyar jî “Mayînên dijmirov û dijtank in ku bêhtir li sînorên Îranê û parêzgehên başûr hene û yên serdema şerê Îran-Îraqê ne.
Her wiha bi sedan paşmayên şerên piştî 2003yan û serdema şerê DAIŞê jî hene.”
Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan a Herêma Kurdistanê û Daîreya Karûbarên Mayînan a Îraqê, 9ê Tebaxa 2023yan di merasîmekê de li Bexdayê plana stratejîk a hevpar a niştimanî ya ji bo bernameya karûbarên mayînan û paqijkirina axê ji mayîn û paşmayên şer ragihandibû.
Mistefa Hemîd diyar kir ku di kar û komkirina daneyan de hevahengiya wan bi Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan a Herêma Kurdistanê re heye.
"Zêdetirî 30 hezar kes bûn qurbanî"
Ji sala 2003yan ve zêdetirî 30 hezar kesî ji ber teqemenî û paşmayên din ên şer mirina yan jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse