Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdînê: Kesên ku cara yekem jidayikbûna Hz. Îsa pîroz kirin Kurd bûn

Mêrdîn (Rûdaw) – Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdînê Ender Peker got, Kurd yekem netewe bûn ku baweriya xwe bi Hezretî Îsa Mesîh anîn û beriya neteweyên din Cejna Kirîsmisê pîroz kirin.

Cîhana Kirîstiyan bi minasebeta 25ê Berfanbarê ku wek rojbûna Hezretî Îsa Mesîh tê hesibandin, Kirîsmisê pîroz dike. Kirîstiyanên ku li Rojhilata Navîn wek kêmneteweyekî pir biçûk mane, piranî li herêmên ku Kurd lê dijîn jiyana xwe didomînin.

Li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ku gelek pêkhate û bawerî bi hev re dijîn, Kirîstiyan bi ayîn û duayan Cejna Kirîsmisê pêşwazî dikin.

Dêra Protestan a Mêrdînê ya Mêrdînê jî yek ji wan navendan e ku di Cejna Kirîsmisê de ayîn tên lidarxistin.

Dêra Protestan a Mêrdînê ku di salên 1860î de cara yekem îbadetên Protestan lê dest pê kiribû, ji ber zexta piştî kudetaya 1960an deriyên xwe girtibû. Piştî ku xebatên nûjenkirina Dêra Protestan a Mêrdînê ya ku sal û nîvekê dewam kir bi dawî bû, dêr di sala 2015an de bi merasîmekê ji nû ve ji bo îbadetê hat vekirin. Ji roja ku ji nû ve hate vekirin ve, berpirsê olî Ender Peker wek papazê dêrê dixebite.

Ender Peker ê ku li Lice ya Amedê ji dayik bûye, di sala 2015an de piştî ku ola Kirîstiyaniyê qebûl kir, wek Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdînê hat tayînkirin.

Ender Peker ê ku li ser baweriyên kevnar ên Kurdan lêkolînan dike, bersiva pirsên Rûdawê yên li ser Cejna Kirîsmisê, Kirîstiyanî û Kurdan da.

Ender Peker, diyar dike ku yekemîn civaka ku bawerî bi Îsa Mesîh aniye, Magî (Macî) bûne û ku Magiyan jî nûnertiya oldarên Kurdan kiriye. Li gor Peker, yekemîn neteweyê ku Cejna Kirîsmisê pîroz kirine Kurd bûne û piraniya Nestûriyan jî ji Kurdan pêk dihatin.

Peker da zanîn ku pîrozbahiyên sersalê û Cejna Kirîsmisê du mijarên cuda ne û got ku pîrozbahiyên sersalê ne xwedî karaktereke olî ne, tenê dawiya salekê ye û pîrozkirina pêşwazîkirina sala nû ye.

Ender Peker li ser pîrozkirina sersalê ji aliyê Kurdan ve got, “Berê Kurdan sersal ne di 1ê Çileyê de, li gor salnameya Gregoryan di 13ê wê de pîroz dikirin. Yên berê çêtir dizanin. Jê re salnameya Kurdî tê gotin lê ne wisa ye. Kurdan bi Ermeniyên Ortodoks û Suryaniyên re salnameya Gregorî bikar anîne. Paşê, Salnameya Mîladî ya îro hat çêkirin. Ev salname rasttir e lê Kurd hîn jî behsa wê salnameya berê dikin. 13 roj piştî sersala niha li gundan çalakiyên curbecur dihatine kirin. Koseyên ku cilên jinan li xwe dikirin li ser malan digeriyan, şahiyên cuda dihatin kirin.”

Ender Peker anî ziman ku Kurd tevî ku ne çanda Misilmanan e jî Sersalê pîroz dikin û got, “Ev çandeke Kirîstiyanan e, pîrozbahiyên sersalê. Pîrozkirina Kurdan a sersalê xwedî bingeheke dîrokî ye. Dema ku Kurdan cara yekem pîrozbahiyên sersalê qebûl kirin, ne bi awayê îroyîn lê wek roja jidayikbûna Hz.Îsa Mesîh pîroz dikirin.”

“Kesên ku cara yekem mizgîna jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh anîn û pîroz kirin Kurd bûn”

Peker da zanîn ku di Încîla yekem de (Yûnanî, Aramî, Suryanî) civakeke bi navê Magî ji Rojhilat hatine û mizgîna bûyîna mîrekî Cihû dane û got, “Magî di serdema Medan de eşîreke Kurdên Zerdeştî yên olî bûn. Kesî nedikarî bibe Magî. Ew Zerdeştî bûn. Di Metta 2 ya Încîlê de tê gotin, Magî an Macî ji Rojhilat hatin û gotin ku mîrekî Cihû ji dayik bû wan dît ku stêrka wî dibiriqî. Ew çûn Qudsê û bi rêberên olî yên Cihûyan re hevdîtin kirin. Li gor beşa 5 ya Tewratê, Mesîh divê li Beytlanê bihata cîhanê. Magî çûn Beytlan a 30 kîlometre başûrê Qudsê. Wan li stêrkan nihêrîn. Loma di şahiyên Kirîsmisê de stêrkek li ser dara çama heye.”

Ender Peker got, “Bav û kalên Kurdan, Magiyan dîtin ku stêrk li ser malekê dibire. Ew ketin hindurê malê û di hembêza diya wê (Dayika Meryem) de zarokek nûbûyî dîtin. Li ber wî secde kirin, ew zarok pîroz kirin û 3 diyarî dan diya wî. Mur a ku sembola bêhnxweşiyê, sembola dewlemendiyê zêr û giyayên pîroz ên bi navê bugûr diyarî kirin û ew vegeriyan cihê xwe. Dema ku hîn Cihûyan nizanibûn ku pêxemberê wan hatiye, Kurdan dizanibû ku Îsa pêxember hatiye cîhanê. Ew dîtin û secde kirin. Diyarî dan. Ev kevneşopî îro jî didome. Ji diyariya yekem a ku Magiyan daye heta roja îro, her kes di Kirîsmisê de diyariyan dide hev.”

Peker anî ziman, “Berî her kesî yên ji Îsa re secde kirin, bûyîna wî pîroz kirin û qebûl kirin Magî yê bav û kalê Kurdan bûn. Wek ku min got di Încîlê de hatiye nivîsandin.”

“Ji salên 430î ve Kurdan derbasî baweriya Nestûrî bûn”

Keşe Ender Peker li ser belavbûna Kirîstiyaniyê di nav Kurdan de got, “Li Stenbolê B.Z di sala 430î de patrîkê bi navê Nasûr ê ku ji Encûmena 4emîn a Kalkedan hatibû derxistin, ji Bîzansê reviya û xwe sparte Împeratoriya Sasaniyan. Nasûr ji ber ku Kirîstiyaniyê bi rengekî cuda şîrove dike, hat aforozkirin. Împaratoriya hevbeş a Kurd û Farisan, Sasaniyan nebûne asteng ku Nasûr baweriya xwe belav bike. Erdnîgariya di bin desthilatdariya Sasaniyan de û yên ku Kirîstiyan heta Hindistanê bûne Nastûrî. Di nav Nastûriyan de Kurd jî hebûn.”

Peker diyar kir ku bi taybetî Kurdên Şirnex, Colemêrg, Zaxo û her du aliyên Zagrosan kom bi kom bûne Nastûrî û anî ziman, “Patrîkxaneya Nastûriyan li Colemêrgê bû. Tenê zimanek hebû ku Nastûrî pê dipeyivîn û ayîn dikirin, ew jî Kurdî bû. Hinek ji Suryanan jî bûne Nastûrî. Nastûrî ne navê gelekî ye, navê baweriyeke mezhebî ya di nava Kirîstiyantiyê de ye.”

Li ser ferqa di navbera Kirîsmisê û Sersalê de Papazê Dêra Protestan a Mêrdînê Ender Peker got, “Noel bi Fransî tê wateya jidayikbûnê. Di 25ê Berfanbarê de, jidayikbûna Hz. Îsa 3 rojan tê pîrozkirin. Ji ber ku betlaneya sersalê dikeve navê, wisa dixuye ku Kirîstiyan sala nû pîroz dikin lê belê ev her du ji hev cuda ne, tenê li pey hev tên û li hin welatan cejna Noel û Sersalê bi hev ve têne girêdan.”