Bavê 6 girtiyan li ber Girtîgeha Amedê ye: ‘Dibe ku yekî bibin girtîgeheke din’

2 demjimêr berê
RÛDAW
6 kurên Bahrî Yaprak girtî ne / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
6 kurên Bahrî Yaprak girtî ne / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Paketa 11emîn a Darazê Amed Berdan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê, Paketa 11emîn a Darazê qebûl kir ku raya giştî bi kelecan li bendê bû û nêzîkî 50 hezar girtiyan eleqedar dike.

Ev rêkar beriya Sersalê rêya azadiyê li ber bi hezaran kesan vedike.

Piştî biryarê li pêşiya girtîgehan bendewariyeke bi hêvî dest pê kir.

Welatiyê bi navê Bahrî Yaprakê ku 6 kurên wî 14 sal in di girtîgehê de ne ji Rûdawê re axivî û got:

"Ez li bendê me ku kurekî min derbasî girtîgeha vekirî were kirin lê yên din di çarçoveyê de nînin, şahiya me nîvco ma."

Bi qebûlkirina Paketa 11emîn a Darazê yasayên Kovîd-19ê veguherîn pergala înfazê ya mayînde.

Kesên ku beriya 31ê Tîrmeha 2023yan sûc kirine, dê karibin 3 salan zûtir ji girtîgeha girtî derbasî ya vekirî bibin û ji wir jî bi şertê kontrola dadî werin berdan.

Li ber Girtîgeha Amedê bendewarî

Piştî ku biryar li Enqereyê bû yasa, li ber Girtîgeha Amedê jî wekî girtîgehên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê liv û tevgerê dest pê kir.

Xizmên girtiyan, li ber deriyê girtîgehê li benda xebera berdanê ne.

Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak çavdêriya berdanê kir û guh da xizmên girtiyan.

Bahrî Yaprak diyar kir ku 14 sal in 6 kurên wî girtî ne û yasaya nû ji bo malbata wan hêviyeke sînordar e û da zanîn:

"6 kurên min 14 sal in girtî ne, her yekî 36 sal ceza xwarine.

Dibe ku yekî ji wan bibin girtîgeha vekirî.

Dayîka wan nikare were ber girtîgehê.

Bi saya vê paketê dibe ku yekî ji wan bibin a vekirî.

Lê ji ber ku cezayên kurên min ên din giran in, ew nikarin ji vê yasayê sûdê wergirin û dê di hundir de bimînin."

Kî dikare sûdê wergire?

Paket bi taybetî nêzîkî 50-55 hezar girtiyên edlî li xwe digire.

Li gorî yasayê, kesên ku beriya 31ê Tîrmeha 2023yan sûc kirine, mafê wan heye ku zûtir derbasî serbestiya bi kontrol bibin û bên berdan.

Lê belê kesên ku ji ber "sûcên terorê, sûcên rêxistinkirî, kuştina bi qestî, sûcên zayendî û sûcên têkildarî erdhejê (muteahîd û hwd.)" hatine cezakirin, nikarin jê sûdê wergirin.

Cezayên giran ji bo magandayên trafîkê û sûcên sîber

Li aliyê din, di paketê de ne tenê berdan, zêdekirina cezayan jî heye.

Ji bo kesên ku di trafîkê de "bi xirabî diajon", rê dibirin an jî driftê dikin û ewlehiyê dixin metirsiyê 1 heta 3 salan cezayê girtîgehê tê pêşbînîkirin.

Her wiha di egera gumanên xapandina sîber de, destdanîna ser hesabên bank û krîptoyê ya ji bo 48 saetan ket meriyetê.

Tê çaverêkirin ku piştî pesendkirina Serokkomar û weşandina di Rojnameya Fermî de, berdana girtiyan bilez dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst