DTSO: Deriyê Nisêbîn û Qamişloyê 31ê Adarê vedibe

1 demjimêr berê
Nîşan Nisêbîn Qamişlo Derî DTSO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ragihand ku ew li bendê ne Deriyê Sînorî yê Nisêbînê yê di navbera Mêrdîn û Qamişloyê de ji 31ê Adarê pê ve were vekirin.

Civîna Meclisê ya Meha Sibatê ya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi beşdariya Serokên Komîteyên Pîşeyî û endaman hat lidarxistin.

Serokê Lijneya Birêvebir a DTSOyê Mehmet Kaya di civîna ku ji aliyê Seroka Meclisê Nevîn Îlê ve dihat birêvebirin de axivî.

Kaya diyar kir ku divê bajarên Bakurê Kurdistanê wekî "Herêma Pîşesaziyê ya Mega" bên îlankirin.

“Derî dê 31ê Adarê were vekirin”

Mehmet Kaya mizgîniya vebûna deriyê sînorî da û got:

"Me agahî wergirtiye ku Deriyê Sînorî yê Nisêbînê yê ku demeke dirêj e girtî ye û bi Qamişloyê ve girêdayî ye, dê ji 31ê Adarê pê ve were vekirin."

Kaya da zanîn ku bi vebûna derî re hem veguhastina alîkariyan dê hêsantir bibe û hem jî bazirganiya bi Sûriyeyê re dê ducare dest pê bike.

Alîkariya ji bo Kobaniyê

Kaya bal kişand ser dorpêça li Kobaniyê ya ku didome û diyar kir ku wan wekî Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr xebatek daye destpêkirin.

Mehmet Kaya anî zimên ku wan bi pêşengiya jûrê û piştevaniya endaman alîkariyeke girîng kom kiriye û wiha pê de çû:

"Armanca me ya sereke ew bû ku em vê alîkariyê bilez bigihînin Kobaniya di bin dorpêçê de.

Pêşaniya me ew bû ku em alîkariyan di Deriyê Murşîdpinarê (Sirûc-Kobanî) re derbas bikin.

Lê belê daxwaza me bi awayekî din hat qebûlkirin ku em bi rayedarên AFADê û du nûnerên xwe re ji deriyekî din bigihînin Kobaniyê."

Kaya destnîşan kir ku alîkariya mirovî gihîştiye cihê xwe û cara ewil e ku bi organizasyoneke sivîl alîkarî digihe herêma di bin dorpêçê de.

Serokê DTSOyê diyar kir ku ew ji bo kampanyaya duyem amadehiyê dikin û got:

"Em dixwazin wan alîkariyên ku tên komkirin di Deriyê Murşîdpinar an jî Deriyê Nisêbînê re di bin çavdêriya hevalên xwe de bigihînin Kobaniyê."

Herêma Pîşesaziyê ya Farqînê

Mehmet Kaya her wiha li ser projeyên pîşesaziyê yên li Amedê jî agahî dan.

Kaya ragihand ku ji bo avakirina Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Pispor a Çandinî û Xwarinê ya Farqînê ji “Emlaka Milî” devra tapûyê hatiye kirin.

Kaya diyar kir ku Amed û Êlih jî dê ji vê Herêma Pîşesaziyê ya Organîze sûdê wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst