Gavanê Kurd ji bo fêrî Îngilîzî bibe bi çêlekan re axivî

27-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Omer Gumbed ê girêdayî navçeya Koye ku dikeve rojhilatê Hewlêrê, gavanê bi navê Elî Rastî, dema li ber çêlekan bû, bi wan re diaxive û bi saya wê yekê fêrî zimanê Îngilîzî dibe.

Elî Rastî yê 20 salî, dema ku di pola heftemîn de bû, ji bo bi dewarên re xwe re eleqeder bibe û wan xwedî bike, neçar dimîne dest ji dibistanê berde.

Rastî ku dixwest fêrî zimanê Îngilîzî bibe, lê kesek nedît ku pê re pratîkê bike, wî jî paşê biryar daye ku ligel dewaran xwe pratîkê bike û Îngilîziya xwe pêş bixe.

Gavanê Kurd dûv re dest bi wergirtina dersên online dike û bi wan peyvên nû yên bihîstî ligel dewaran xwe pratîkê dike.

Rastî ji Rûdawê re wiha behsa serpêhatiyên xwe dike: “Ji sibê heta êvarê gelek dema min a vala hebû. Min biryar da ku ez fêrî Îngilîzî bibim û sûdê ji dersên online werbigrim. Min hewl da ku her roj her tiştê ku ez fêr bûm û binivîsim û di axaftina xwe de bikar bînim.

Eger hûn bixwazin zimanekî fêr bibin, çi Îngilîzî an çi Fransî be, divê hûn pratîkê bikin. Min jî kesek nedît ku pê re biaxivim. Dema ku min kesek nedît, min biryar da ku ez bi dewaran re biaxivim. Min navên mîna Rose, Jack, Tom û Calf li wan kir. Ez bi wan re dipeyivîm û mîna hevalekî nêzîkî wan dibûm. Ev yek kêrî min hat. Mînak, dema ku ez bi Jack re dipeyivîm min got, ‘Come here, don’t do that Jack’  (Were vir, wiha neke Jack) û weke kesek li hemberî min be, ez bi wan re diaxivîm.

Di hemû zimanan de wiha ye; eger tu fêrî tiştekî nû bibî, divê tu di hevokê de bi kar bînî û pratîkê bikî. An jî hûn ji bîr dikin.”

Rastî bi Joe yê Amerîkî re dibe heval

Rastî herwiha da zanîn ku ji bo zimanê xwe yên Îngilîzî pêş bixe, hewl daye bi kesên biyanî re bibe heval û got: “Ji bo fêrbûna devoka wan, min hewl da ku bi kesên biyanî re bibim heval. Min zilamek ji Amerîkayê bi navê Joe nas kir. Têkiliyeke me ya pir baş hebû. Em her roj, her şev dipeyivîn. Min ew razî kir ku were Herêma Kurdistanê. Ew hema berî cejnê di Tîrmeha 2022an de hat serdana min û demek dirêj li mala min ma.”

Bi gotina Rastî wan bi dirêjî behsa çanda Kurdî, cil û bergên Kurdî û gelek tiştên din dikir.

Rastî got: “Paşê me demekê bi hev re gavantî kir. Di cejnê de em gelek geriyan, ew pir kêfxweş bû. Gelek di bin bandora van deran de ma.”

Rastî diyar kir ku piştî van hemûyan ew êdî dikare nivîsên Îngilîzî bixwîne û binivîse û bi rehetî peywendiyan bi kesên Îngilîzaxiv re dane.

Joe: Ji dema xwe ya li Kurdistanê gelek kêfxweş bûm

Ji aliyê din ve Joe Smouse bi rêya Skype ji Rûdawê re axivî û wiha behsa peywendiya xwe ya ligel Rastî kir: “Min havîna 2022ê serdana Kurdistanê kir. Ez ji bo dîtina hevalê xwe Rastî hatim Kurdistanê. Ez demekê li ba malbata wî mam.

Dema Rastî dixwest bi Îngilîzî pratîkê bike, min ew nas kir. Di vê heyamê de me hevaltiya xwe gelek pêş xist. Min serdana wî kir û em li gundê wan man. Ez ji vê dema ku min li Kurdistanê derbas kir gelek kêfxweş bûm. Min ji Kurdan, ji çanda wan û ji mêvanperweriya wan hez kir. Ez difikirim ku careke din werim Kurdistanê.”

Rastî her wiha diyar kir ku Joe Smouse piştî ku vegeriya Amerîkayê her roj jê re telefon dike û pirsa dê û bavê wî dike û got: “Dipirse ez her roj çi dikim, keşûhewaya Kurdistanê çawa ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst