CENTCOM: Zêdetirî 300 leşkerên me di şerê Îranê de birîndar bûne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Amerîka Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji 28ê Sibatê ve zêdetirî 300 leşkerên Amerîkayî li Rojhilata Navîn birîndar bûne.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Amerîkayê Tim Hawkins got, "Ji destpêka operasyona 'Hêrsa Dastanî' ve nêzîkî 303 leşkerên Amerîkayî birîndar bûne.

Piraniya van birînan sivîk in û 273 leşker vegeriyane ser karên xwe."

Her wiha berpirsekî Amerîkayê yê ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji ajansa AFPyê re got ku hîn jî birîna 10 leşkeran giran e.

Li gorî amarên herî dawî, di vî şerî de heta niha 13 leşker hatine kuştin. Ji van leşkeran heft li welatên Kendavê û 6 jî li Îraqê hatine kuştin.

Şerê Îranê 28ê Sibatê dest pê kir. Wê rojê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê êrişî Îranê kir û Rêberê Bilind ê wî welatî Elî Xamineyî hat kuştin.

Piştî vê rûdanê şer li hemû Rojhilata Navîn belav bû. Îranê bi sedan êrişên mûşekî û dronî li ser Îsraîl, welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê pêk anîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê tekez kir ku dan û standinên ji bo bidawîkirina vî şerî didomin û "gelekî baş bi rê ve diçin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst