Amed - Şaredariya Rezanê ji ber deynan mûçeyên karmendan kêm kirin
Amed (Rûdaw) - Şaredariya Navçeya Rezanê ya Amedê ji ber deynê şaredariyê biryar girt ku ji sedî 25 ji mûçeya xebatkaran bikuje.
Hevşaredarên Rezan û 40 endamên meclisê jî biryar girtin heta pirsgirêk çareser bibe mûçe wernegirin.
Ji ber ku deynê şaredariyê gihiştiye 600 milyon lîreyên Tirk û Banka Navendî her meh ji sedî 45ê budçeya şaredariyê dikuje, şaredarî nikare li gorî dilê xwe xizmet bike.
Şaredariya Navçeya Rezan a Amedê di nava qeyraneke mezin a aboriyê de ye.
Wisa bûye ku şaredarî êdî nikare mûçeyên karker û xebatkarên xwe bide.
Li gorî hevşaredaran, deynê ku ji dema berê maye ji 600 milyon lîreyên Tirk boriye, ango gihiştiye 15 milyon dolarî.
Ji ber ku Banka Navendî dema budçeyê dişîne şaredariyê ji sedî 45 dikuje, şaredarî nikare mûçeya xebatkarên xwe bi temamî bide.
Ji ber vê yekê ji mûçeya her xebatkarekî ji sedî 25 tê kuştin.
"Baş e berê jî ev deyn hebûn, we çima nedigirt?"
Hevserokê Şardariya Rezanê Sîraç Çelîk li ser deynên Şaredariyê wiha got:
"Deynê ku berê kirine, niha ew deyn e. Yan na eger tenê xebatkar bin, em dikarin ji heq derkevin.
Lê belê tenê karmend nîn in yanî ew deynê ku ji me re hiştibûn, heta niha kesî deng nedikir.
Lê niha îro hinekan ferman da, heciz hate ser. Niha dibêjin gerek hûn van deynan bidin.
Baş e berê jî ev deyn hebûn, we çima nedigirt? Îro desthilatdarî kete destê me, ji ber wê hûn van deynan digrin?"
Şaredariya Rezan ji bo ku bikaribe ji binê vî barî derkeve kampanyayek da destpêkirin
Hem hevşaredar û hem jî 40 endamên meclisa şaredariyê û yên hilbijartî heta ev pirsgirêka aboriyê bê çareserkirin dê mûçeya xwe nestînin.
"Şaredarî di tengasiyeke aboriyê de ye"
Endamê Meclisa Şaredariya Rezanê Evdilqadir Înanç diyar kir ku ji ber pirsgirêka aboriyê ya şaredariyê ew dê mûçe wernegire û wiha pê de çû:
"Şaredarî di tengasiyeke aboriyê de ye. Ji ber vê serokên me biryar girtin.
Ji bo ku em nekevin tengasiyê ev biryar girtin. Em jî tevli vê biryarê bûn.
Ji wê bonê me jî got em ê jî vê fedekariyê bikin. Em jî bi serokên xwe re ne, em jî meaşê xwe nastînin.
Heta kengê dê wiha be, nediyar e lê em ê jî vê fedekariyê bikin. Çi ji destê me bê, em dê bikin.
Li Şaredariya Rezanê mûçeya xebatkaran bi giştî li derdora 49 hezar û 560 lîreyî ye.
Wate her meh 60 milyon lîre li mûçeya xebatkaran diçe ku ev jî dike milyonek û 578 hezar dolar.