DÊRSIM - Darên gûzan tên birîn, zererê didin xaniyan û gundî di metirsiyê de ne

27-04-2025
Ali Haydar Gozlu
Darên Guzan yên ku hatine birîn/Wêne: Alî Haydar Gozlu- Rûdaw
Darên Guzan yên ku hatine birîn/Wêne: Alî Haydar Gozlu- Rûdaw
Nîşan Dêrsim Birîna Darên Gûzan Gundê Xeçê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li gundê Xeçê yê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê darên gûzan ên gundiyan ji aliyê hinek kesên nenas ve tên birîn.

Li vî gundî du sal in li ser hev darên gûzan ên gundiyan ji aliyê hinek kesên nenas ve tên birîn.

Xelkê gundê Xeçê diyar dikin ku kesên nenas ev du sal in zererê didin darên gûzan û xaniyên gundiyan.

Gundî dibêjin ku jiyana wan di bin metirsiyê de ye û dixwazin ku kiryar werin dîtin.

Gundî dibêjin tevî ku serî wan li dozgeriyê û saziyên ewlehiyê daye jî tawanbar nehatine girtin û ew daxwaza çareserkirina pirsgirêkê dikin.

"Ev 2 sal in darên gûzan ji aliyê hinek kesan ve tên birîn"

Hasan Yazar li ser birîna daran gazinên xwe wiha tine zimên:

"Ev 2 sal in darên gûzan ji aliyê hinek kesan ve tên birîn. Em dixwazin gundê me bi gûz û fêkiyan xweş bibe lê hinek tên van darên gûzan dibirin."

Sala borî berî demsala berhevkirinê û îsal jî dema xwediyên baxçeyan di demsala biharê de li gundê xwe vegeriyan dît ku darên wan dîsan hatine birîn.

"Cane me di metirsiyê de ye"

Emel Tuncelê da zanîn piştî ku ew vegeriyan malên xwe hinek kes zererê didin mal baxên wan û got:

Di sala 1994an de gundên me hatin valakirin û em ji van deran çûn.

Em paşê vegeriyan û me li van deran darên fêkiyan çandin.

Lê belê niha zererê didin malên me, zererê didin darên me, cane me di metirsiyê de ye."

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û hêzên emnî ji bo tesbîtkirina tohmetbaran dest bi xebatê kirin.

"Mivor newêrin vegerin gundên xwe"

Muxtarê gund Erdogan Aşik xwest ku ev pirsgirêk bên çareserkirin û got:

"Ev 2 sal in ev bûyer berdewan dike, xelk nîgeran e, em di stresê de ne.

Mirov ji ber van bûyeran ditirsin ki vegerin gundên xwe. Divê ev mijar bê çareserkirin."

Gundê Xeçê sala 1994an di dema şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê de bi hincetên emnî hat valakirin û sala 2000î gundiyan careke din dest bi vegera gundê xwe kir û avadan kirin.

Gundî dibêjin keda wan berhewa diçe û ji ber metirsiya canî kes naxwaze vegere gund.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst