Hewlêr (Rûdaw) - Berêvebirê Giştî yê Avê yê parêzgeha Urmiyeyê ragihand, li gorî şopandina dawî, rûberê Gola Urmiyeyê hezar û 130 kîlometre çargoşe ye ku li gorî sala borî kêmtir e.
Berêvebirê Giştî yê Avê yê parêzgeha Urmiyeyê Mecîd Restgarî ragihand, niha asta avê ya Gola Urmiyeyê hezar û 270 metre û 27 santîmetre ye ku meha Adarê asta avê ya golê zêdetirî hezar û 280 santîmetreyan bû û li gorî sala borî asta avê nêzîkî 10 santîmetreyan daketiye.
Mecîd Restgarî, qebareya avê ya Gola Urmiyeyê niha milyarek û 60 milyon metre sêgoşe ye ku meha Adarê qebareya avê zêdetirî milyarek û 630 milyon metre sêgoşe bûye li gorî sala borî 570 milyon metre sêgoşe kêmtir e.
Restgarî da zanîn niha rûberê Gola Urmiyeyê nêzîkî hezar û 130 kîlometre çargoşe ye.
Sala borî di heman demê de rûberê golê nêzîkî hezar û 500 kîlometre çargoşe bû.
Berêvebirê Giştî amaje bi wê yekê jî kir ku rêjeya baranê ya li parêzgehê li gorî sala borî ji sedî 21 kêm bûye.
Mecîd Restgarî destnîşan kir ku berdewamiya vê rewşê dibe sedem ku zêdetir av ji bo vexwarinê were terxankirin û ava çandiniyê kêm bibe.
Restgarî derbarê ava bendavan da zanîn li gorî sala borî kêm bûye û asta avê ya bendavên Bokan û Mehabadê kêmtir bûne.
Mecîd Restgarî her wiha diyar kir ku niha ava berhevkirî li 14 bendavên parêzgeha Urmiyeyê, nêzîkî 800 milyon metre sêgoşe ye û bi giştî bendavên parêzgehê ji sedî 44 av tê de maye.
Berêvebiriya Parastina Jîngehê ya Îranê jî ragihandibû ku rewşa golê ne baş e û bi kêmbûna baran û hatina havînê re, hilmbûna avê ya golê zêdetir dibe û bi vê yekê rûberê golê biçûktir dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse