Wezareta Pêşmerge: Tirkiye heta 40 km û Îran heta 10 km hatine nav axa Kurdistanê

27-06-2020
RÛDAW
519 gund ji ber şer û pevçûnan hatine valakirin
519 gund ji ber şer û pevçûnan hatine valakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevekê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 heta 40 kîlometreyan û Supaya Pasdaran a Îranê jî heta 10 kîlometreyan bi kûrahî ketine nav axa Herêma Kurdistanê û baregehên leşkerî ava kirine. Herwiha ragihandiye ku liv û tevgerên wan li dijî yasayên navneteweyî ne û wan jî derbarê binpêkirinan de hikûmeta Iraqê agahdar kirine.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Lîwa Babekir Feqê, beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê de daxuyanî da û ragihand ku artêşa Tirkiyê li sêgoşeya di navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de dest bi operasyonên bejayî û asmanî kiriye.

Babekir Feqê amaje kir ku ew liv û tevgera artêşa Tirkiyê binpêkirina yasayî navdewletî û binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Feqê diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê di nav xelkê herêmê de bûye cihê metirsiyê û wan hikûmeta Bexdayê derbarê binpêkirinan û ziyanên bûne de agahdar kirine.

Bi gotina Feqê, artêşa Tirkiyê, li deverên ku Yekîneya 80ê ya ser bi Hêzên Pêşmerge ve bicih bûne, operasyonan saz nake û ew dibêje ku lê artêşa Tirkiyê li navçeya Sindî û Gulî heta digihêje sêgoşeya Xwakurkê operasyonan dike û herwiha artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 heta 40 kîlometreyan di nav axa Herêma Kurdistanê de pêş ketiye.

Li gor protokola navdewletî her welateke dema hêz dişîne welateke din an jî operasyonê dike, divê welatê din agahdar bike, lê wek Feqê dibêje ti hevahengiyek di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de nebûye.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kir ku ne tenê artêşa Tirkiyê li nav axa Kurdistanê de operasyon bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê encamp dide, di heman demê de Îran jî herêma Haci Omera û Qendîlê bombebaran û topbaran dike û herwiha heta 10 kîlometreyan di nav axa Herêma Kurdistanê de hatine û binkeyên serbazî ava kirine.

Feqê herwiha bang li Tirkiyê û PKKê kir ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin û got: “Ev welat bi xwe li herêmê bûne sedema bêaramiyê. Ew bûne sedema valakirina gundan û koçberbûna xelkê û ziyanên mezin. Mixabin cihê çalakiyên PKKê di nav sînorên Bakurê Kurdistanê de ye, lê li sêgoşeya sînorî bicih bûye, lewma Tirkiyê jî operasyonên lêşkerî pêk tîne.”

Ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û şerê dijwar ê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de li devera Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê, ji bilî tirsa zêde ya xelkê û nebûna garantiya asayişa canê wan, zeviyên wan yên çandiniyê û baxên wan jî jinav diçin.

Di salên derbasbûyî de, 519 gundên sînorê Herêma Kurdistanê ji ber şer û pev û di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de hatine valakirin û ji ber operasyona vê dawiyê ya Tirkiyê, qedexeya hatinûçûnê li nav nêzikî 50 gundên sînorî yên Zaxo hatiye dayîn û hinek gund bi temamî hatine valakirin û gundên din jî li ber valabûnê ne û bi giştî 500 cotkaran nêzikî 50 hezar donim zeviyên çandiniyê li pişt xwe hiştine û nikarin biçin nav zeviyên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst