Li Rihayê termê zilamekî hat dîtin

27-06-2025
Nîşan Riha Wêranşar Term
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê termê zilamekî ku hatiye kuştin hat dîtin.

Term şeva borî li Taxa Şirnakê, li nêzîkî bazara heywanan hat dîtin.

Rêbiwaran dît ku kesek li erdê veleziyaye û bê tevger e û wan agahî da tîmên tenduristiyê.

Tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Wan tesbît kir ku kesê li erdê Î.H.Y. (25) ye û bi çekê hatiye kuştin.

Tîmên tenduristiyê termê Î.H.Y. rakir meytxaneya Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst