Bi 15 hêkan dest pê kir, niha xwediyê çewlikeke mezin a hêştirmeyan e

27-06-2025
Abdulselam Akinci
Îbrahîm Akkurt\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îbrahîm Akkurt\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bazîd Agirî Hêştirme Îbrahîm Akkurt
A+ A-

Agirî (Hewlêr) -  Li gundê Îlaniyê yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê cotkarê bi navê Îbrahîm Akkurt bi hêkan dest bi karê xwedîkirina hêştirmeyan kir û aniha xwediyê çewlikeke hêştirmeyan e.

Cotkarê Bazîdî Îbrahîm Akkurt çîrokeke serkeftinê ya bêhempa dinivîsîne. Akkurt bi îradeya xwe û li dijî hemû nerînên neyînî tevgeriya, xeyala xwe ya xwedîkirina hêştirmeyan pêk anî û niha bûye yek ji navên herî girîng ê vê sektorê li herêmê.

Fikra xwedîkirina hêştirmeyan

Çîroka Îbrahîm Akkurt a xwedîkirin hêştirmeyan bi gera wî ya ber bi Îranê ve dest pê dike.

Ew li wir, rastî çewlikên profesyonel ên xwedîkirina hêştirmeyan tê û ev dîmen bala wî dikişîne.

Piştî lêkolîneke kûr, ew biryarê dide ku vî karî bîne welatê Bazîdê û nava zeviyên xwe.

Ew bi 15 hêkên ku bi derfetên xwe yên kesane dikire gava yekem davêje.

Di destpêkê de, ev pêngava wî ji aliyê cîran û dostên wî ve bi ecêbmayîn û rexneyan tê pêşwazîkirin.

Gotinên wekî "Ma te aqilê xwe avêtiye? Bazîd li ku xwedîkirina hêştirmeyan li ku?" gelek caran li ber guhên wî dikevin.

Cotkar Akkurt ji biryara xwe nayê xwarê û bi israr karê xwe didomîne.

Îro, heman kesên ku ew rexne dikirin, ji ber anîna vî karê nû û kêrhatî ji bo herêmê, spasiyên Akkurt dikin.

“Ji hêkên wan heta perikên wan hemû pere ne”

Çewlika ku li ser 25 donim erd hatiye avakirin, îro mazûvaniya nêzîkî 200 hêştirmeyî dike. Îbrahîm Akkurt diyar dike ku hema hema her tiştê vê ajelê bi qîmet e û jê re dibe dahat.

Goşt û hêkê; kîloyê goştê hêştirmeyê ku ji bo nexweşiyên wekî şekir, tansiyon û kolesterolê wekî derman tê zanîn û bi bihayê 1.000 lîreyî tê firotin.

Hêkeke hêştirmeyê jî ku giraniya wê digihîje 2 kîloyan û beramberî 25 hêkên mirîşkan e, bi 1,250 lîreyan tê firotin.

Çêlik, her hêştirmeyek di salekê de derdora 80-100 hêkan dike û nêzîkî 40 ji wan dibin çêlik.

Her çêlikek bi 10, 000 lîreyan tê firotin. Ew nîvê çêlikan difiroşe û nîvê din jî ji bo goşt xwedî dike.

Berhemên din, ji bilî goşt û hêkan; çermê wê di çêkirina kember û cizdanan de, perikê wê di sektora tekstîlê de û neynûkên wê jî di pîşesaziya dermanan de tên bikaranîn.

Li gorî gotina Akkurt, "Per, post, goşt, hestî û rûnê wê, hemû jî pere ne."

Ji Bazîdê ji bo tevahiya Tirkiyeyê

Îbrahîm Akkurt ku bêyî alîkariyeke fermî û tenê bi sermiyanê xwe ev çewlik ava kiriye, niha ji çar aliyên Tirkiyeyê, ji Edîrneyê heta Qersê û ji Trabzonê heta Mêrsînê, sîparîşan werdigire.

Cotkar Akkurt di berdewamiyê jî de got, “ Ew kesên ku sîteya me ya înternetê dibînin, pê dihesin ku em vî karî bi awayekî profesyonel dikin û ji me bawer dikin."

Serkeftina Îbrahîm Akkurt ne tenê çîroka cotkarekî ye, di heman demê de mînakek e ku çawa bi xeyal, îrade û kedê, mirov dikare li herêmeke wekî Bazîdê derfetên nû yên aborî biafirîne û bibe pêşengek ji bo civaka xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst