Encamên Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan hatin eşkerekirin

27-07-2025
Nîşan Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan Encam Aleksandr Lukaşenko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk got, “Ji ber geşedanên civakî-polîtîk ên li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn yekîtiya neteweyî pêwîstiyeke jiyanî ye.”

Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk encamên konferansa xwe ya derbarê Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan ragihandin.

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma "Bi armanca yekîtiyê ber bi aştiyê ve" li navçeya Bazîdê ya Agiriyê "Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan" saz kir.

Konferans doh li Bazîdê lî Eywana Mem û Zînê hat lidarxistin û encamên wê li ser gora Ehmedê Xanî hatin ragihandin.

Encamname îro ji raya giştî re hat eşkerekirin û hat gotin:

“Konferans bi armanca yekîtiya Neteweyî û bi beşdariya partiyên sîyasî, rêxistinên civaka sivîl, rûspîyan hat lidarxistin.

Konferansa me, destnîşan dike ku biryara PKKyê ya bidawikirina têkoşîna bi çek û xwe fesixkirinê pêşiya pêvajoya ku ber bi aştiyê ve diçe vekir.”

Encamnameya Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk wiha ye:

“Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk 26ê Tîrmeha 2025an konferansa xwe ya derbarê Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan li Bazidê hat lidarxistin ku wekî şexsiyetekî dîrokî, aqilmend, civaknas, zimannas, helbestvan, wejevan, alim û feylesof Ehmedê Xanî li vir koça dawiyê kiriye.

Konferansa ku bi armanca yekîtiya Neteweyî hat lidarxistin bi beşdariya partiyên sîyasî, rêxistinên civaka sivîl, rûspîyan û ji her alî gelê me ku ji Bakurê kurdistanê û ji metropolên Tirkiyeyê hatine, bi serkeftî û bi coş pêk hat.

Ji ber ku konferansa me di şexsîyeta Ehmedê Xanî ku wî bi heta dawiya temenê xwe ji bo yekîtî, hevkarî û piştevaniya gelê Kurd têkoşiyaye, dîyarî wekî kesên Feqiyê Teyran, Şêx Seîd, Seyîd Riza û Leyla Qasiman hat kirin, xwediyê wate û girîngiyeke dîrokî ye.

Konferansa me di dirêjajiya dîrokê ya têkoşîna gelê Kurd de hemû pêşengên gelê Kurd, rêxistin û şexsiyetên Kurd ku wan li hemberî hemû astengiyên navxwayî û derveyî her tim bi ruhê yekîtiya neteweyî, daxwaz û bendewariya gelê xwe zindî girtine û heta îro anîne bi mînetdariyeke mezin û rêzdarî yad kir.

"Xeyala wan yekîtiya neteweyî bû"

Her wiha bi konferansa me, îrade û bibiryariya serkeftinê ya teqez bi rêbertiya têkoşîna wan a bi lehengî derket holê ku xeyala wan yekîtiya neteweyî bû.

Binê hat xêzkirin ku sedsala dîroka me ya dawî di heman demê de dîroka lehengî û têkoşînê ye lê ji ber ku yekîtiya me ya neteweyî pêk nehatiye, vê rastiyê wek sedema bê serkeftinê dinirxîne.

Dîsa binê hat xêzkirin ku bi têkoşîna me ya azadî û demokrasiye ku nîv sedsale didome, li gel nirx, deskeftî, ezmûn û tecrubeyan ji bo pêkhatina yekîtiya me ya neteweyî bîreweriyeke pir girîng afirand û bi taybetî hat kirpandin ku rola vê bîreweriyê, ji bo pêkhatina yekîtiya me ya neteweyî xwediyê rastiyeke dîrokî ye.

Konferansa me di ronahiya rastiyê ya dîrokî de geşedanên civakî û polîtîk yên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê bi berfirehî nirxandin û bal kişand li rastiya pêvajoya tertûbelavbûna civakî ya mezin a di serî de Sûrîye, li hemû Rojhilata Navîn.

Hat peyitandin ku geşedanên civakî û polîtîk ên wekî spesîfîk li Sûriyeyê lê li hemû Rojhilata Navîn di dîroka têkoşînê ya gelê Kurdistanê de rûpeleke nû vedike; ji bo çareseriyeke adilane, wekhevî û demokratîk a pirsgirêka Kurd hin firsend û derfetên nû derdixe holê.

Konferansa me biniyê geşedanên qewimîn ên piştî ruxandina dîktatoriya Esad û pêkhatina bi lez a yekîtiya neteweyî ya Kurd ku xwediyê girîngîya jiyanî ye, xêz kir û Konferansa Neteweyî ya Kurd ku li Qamişlo hat lidarxistin, silav kir.

"Girîngî û wateya dîrokî ya konferansa neteweyî hat diyarkirin"

Girîngî û wateya dîrokî ya konferansa neteweyî hat diyarkirin; divêtiya vê ya wek mînak li hemû beşên Kurdistanê, divêtiya hemû rêxistinên Kurd û dînamîkên polîtîk ên demokratîk ku ruhê vê yekîtiyê û yekîtiya neteweyî dirdixin asta sazîgeriyeke berbiçav wek erkeke jiyanî hat vegotin.

Konferansa me, qetlîam û êrişên li ser gelê Elewî û gelê Durzî ku ji aliyê birêvebiriya Şer ve pêk hatin, ji bo hemû gelên Sûrîyeyê wekî geşedaneke metirsîdar nirxand; girîngiya pergaleke rêvebiriyê ya demokratîk-federatîf ku civaka Sûrîyeyê wek mozaîk bi pirr-nasname, pirr-etnîsîte, pirr-çandî û pirr-olî ye, anî ziman.

Konferansa me di heman demê de rewşa nû ya li Rojhilata Navîn pêk hatiye ji bo gelê Kurd wek pêvajoyeke nû nirxand û destnîşan kir ku di pêvajoya ji nû ve dîzaynkirinê ya Rojhilata Navîn de gelê Kurd ji aliyê paradîgma, rêxistin, leşkerî û polîtîk ve aktorekî ku dikare biguhere û jêneger e.

"Gelê Kurd xwediyê cihekî dîyarker e"

Binê hat xêzkirin ku di konjonktora nû ya Rojhilata Navîn de biryardayîn û plansaziyên stratejîk û taktîkî yên hemû aktoran divê wekî kirde gelê Kurd ku xwediyê cihekî dîyarker e, bide ber çavên xwe.

Di ronahiya vê realîteyê de li gel firsendên mezin ji bo avakirina Sûrîyeke demokratîk, girîngiya hebûna rewşa metirsîyar jî hat destnîşankirin. Ji ber vê, tifaq û yekîtiya di navbera hemû gelên Sûrîyeyê de wek jiyanî hat nirxandin.

Ji ber geşedanên civakî-polîtîk ên li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn yekîtiya neteweyî pêwîstiyeke jiyanî ye. Gelê Kurd bi pêkanîna konferansa yekîtiyê bû bersiva vê pêwîstiyê.

Konferansa me, dema ku her parçeyek ku li gorî cihêrengiyên xwe, rewşa polîtîk û civakî an biryara pergala xwe ya birêvebirî diyar kiribin an dê diyar bikin, divêtiya qebûlkirinê ya li piştevanî û rêzgirtina biryarên wan hat kirpandin.

Şêmûka dîrokî ku em îro di nav de ne, ji bo pêkhateyên Kurdistanî, komên bawerî, nasnameyên çandî serdema ji nû ve sazkirinê ya krîtîk e. Hat kirpandin ku ji bo nasnameya gelê Kurd xwediyê statuyekê be, avakirina tifaqa neteweyî û yekîtiya Kurd xwediyê girîngiyeke jiyanî ye, divê ji bo vê armancê bi sebr û bi biryar têkôşîn bê meşandin.

Konferansa me, di ronahiya hemû van geşedanan de wateya dîrokî ya banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an hat parvekirin, kirpand; li gel bandora erênî ya vê bangê li qada neteweyî û navneteweyî, geşbûna bendewarî û hêviya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, realîteya avakirinê ya atmosfereke pir erênî ya polîtîk bi awayekî berfireh hat nirxandin.

Konferansa me ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan ji bo pêkhatina aştiya civakî wek nîşaneya pêvajoyeke nû dinirxîne; hemû partiyên sîyasî, rêxistinên civaka sivîl, derdorên akademîk, rûspî, jin û civanan ên li Tirkiyeyê û li Kurdistanê ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bide, biniyê erka berpirsiyariya sazidar ku rêxistinbûna civaka demokratîk li gorî her kes di nav de cih bigire, xêz dike.

"Me bal kişand rola pêşeng a civan û jinan"

Konferansa me, derbarê avakirina aştiya civakî û civaka demokratîk de bal kişand rola pêşeng a civan û jinan.

Ji ber vê, di vê pêvajoyê de ku rola stratejik a sîyaseta demokratîk girîngtir bûye, divêtiya guhertineke jiyanî ku karibe pêwîstiyên ruhê pêvajoya sîyaseta demokratîk û vê serdemê  bînê cih hat kirpandin.

"Li banga birêz Abdullah Ocalan bi bawerî û bi biryariyeke mezin xwedî hat derketin"

Konferansa me, destnîşan dike ku biryara PKKyê ya bidawikirina têkoşîna bi çek û xwe fesixkirinê pêşiya pêvajoya ku ber bi aştiyê ve diçe vekir. Bi taybetî, li Silêmaniyê bi merasîma çekşewitandinê ku bi pêşangiya jinan pêk hat, li banga birêz Abdullah Ocalan bi bawerî û bi biryariyeke mezin xwedî hat derketin.

Bi merasîma çek şewitandinê li hemberî Aştî û Civaka Demokratîk nêzikatiya xwe ya stratejîk nîşanî civaka neteweyî û navneteweyî daye hat kirpandin.

Ji ber vê, hat destnîşankirin ku hewcedariya nêzikatiya stratejîk a dewleta Tirkiyeyê û hikumeta wê û di demeke nêz de avêtina gavên hiquqî girîng in.

Dem ji bo hemû gelên Tirkiyeyê dema bi hev re serkeftinê ye.

Wekî encam: Konferansa me, bang li partiyên sîyasî yên Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên xwe kir da ku di bin banê yekîtiya neteweyî de kom bibin.

ÎNÎSIYATÎFA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst