Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Silêmaniyê Arî Hersîn ragihand ku wan piraniya rêya peymana bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re biriye û ew tenê li ser bingeha 23 kursiyan dan û standinê bi wan re dikin.
Lê belê Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebas Fetah nêzîkbûneke bi vî rengî red dike û tekez dike ku partiya wan bi 39 kursiyan tevlî dan û standinan dibe.
Berpirsê Rêxistina PDKyê ya Silêmaniyê Arî Hersîn di bultena nîvro ya Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand:
"Di karê siyasî de eger pêwîst be em li ser 100 xalan li hev bikin, me û YNKyê ji sedî 80yê wan xalan derbas kiriye.
Eger berê mesafeya navbera me 100 kîlometre bûbe, niha daketiye 5 kîlometreyan."
Arî Hersîn her wiha diyar kir ku PDK li ser bingeha rastiya siyasî dan û standinan dike û wiha pê de çû:
"Em tenê bi 23 kursiyên YNKyê re dan û standinê dikin, ne bi kursiyên din re. Çimkî em dizanin ku YNK tenê ji hejmara kursiyan pêk nayê, belkî hêza ewlehiyê, Pêşmerge, dîrok û şoreş e."
YNK: Mesafeya di navbera me de kêm nebûye
Li hemberî vê yekê, Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebas Fetah di heman bultenê de geşbîniya berpirsê PDKyê red kir û got:
"Ez nizanim ew 100 kîlometre çawa bûye 5 kîlometre! Çimkî piştî civînên berê yên komîteya dan û standinan, ji bo dabeşkirina postan ti civîna din a fermî nehatiye kirin.
Loma ez nabêjim em gelekî ji hev dûr in lê bi ya min gavên nêzîkbûnê jî nehatine avêtin."
Derbarê hejmara kursiyan de jî Ebas Fetah anî zimên:
"Wekî ku Serokê Partiya me Bafil Talebanî ragihandiye, YNK dê bi 39 kursiyan li gel PDKyê rûnê.
Ev yek jî li gorî peymana me ya bi Nifşê Nû re ye da ku em bi hev re li ser pêşnûmeyasayan û pêkanîna hikûmeteke hevseng biryarê bidin ku şirîkatiya rasteqîn tê de hebe û du herêmî nemîne."
Dosyeya berdana Şasiwar Ebdulwahîd
Mijareke din a guftûgoyê jî dosyeya berdana Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd bû.
Arî Hersîn bal kişand ser vê mijarê û got, "Berdana Şasiwar Ebdulwahîd a ji zindanê bi peymaneke siyasî ya li gel YNKyê û ji bo berjewendiya siyasî bûye, ne wekî berdana Nelson Mandelayê sala 1992yan e."
Li hemberî vê yekê Ebas Fetah ew tohmet red kir û got:
"Ne zindana YNKyê heye û ne jî polîsên wê yê taybet hene. Şasiwar Ebdulwahîd bi biryara dadwer di zindanê de bû, piştî xelasbûna dema cezayê wî jî hat berdan û ti pêwendiya vê yekê bi peymaneke siyasî re nîne."
Çareserkirina pirsgirêka mûçeyan
Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku welatiyên Herêma Kurdistanê li benda peymana aliyan û pêkanîna bilez a kabîneya nû ne, da ku rewşa aborî, bazar û pirsgirêka meaşan werin çareserkirin.



