Hewlêr (Rûdaw) - Bav û kurekî Dihokî li Dîloka Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de mirin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Huner Reşîd ragihand ku doh piştî nîvro otomobîla malbateke ji Dihokê dema ji Tirkiyeyê vedigeriya, li Dîlokê bi kamyonekê re li hev qelibî.
Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku malbat ji 8 kesan pêk dihat ku ajokar, hevjîna wî, pênc zarok û xizmekî wan ê din bûn.
Di qezayê de ajokar û kurê wî yê biçûk canê xwe ji dest daye û rewşa tenduristiyê ya rêwiyên din din baş e.
Medyaya Tirkiyeyê derbarê sedema qezayê dibêje ku kamyonek di nav tunelê de xera bûye û ti nîşana hişyariyê nebûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse