Li Bedlîsê Fakulteya Tibê hat vekirin

27-08-2025
Nîşan Bedlîs Fakulteya Tibê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê vekirina Fakulteya Tibê hat erêkirin.

Biryar îro di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin li Zanîngeha Erenê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê Fakulteya Bijîşkiyê tê vekirin.

Hatiye diyarkirin ku zanîngeh dê ji niha û pê ve di qada bijîşkî de dest bi kar û xebatên perwerdeyê bike.

Biryar li gorî Yasaya Teşkîlata Saziyên Xwendina Bilind hatiye dayîn.

Li Zanîngeha Erenê 16 fakulte hene ku 76 beşan li xwe digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst