Serokkomariya Îraqê: Divê li ser êrişa li Kormorê lêkolîneke berfireh were kirin

27-11-2025
RÛDAW
Nîşan Serokkomariya Îraqê Kormor Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Îraqê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê "bi tundî" şermezar kir û ragihand ku êrişê zerer daye enerjiya karebayê ya li Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Îraqê.

Serokomariyê her wiha daxwaza lêkolîneke berfireh û cidî jî kir da ku hûrgiliyên êrişê werin eşkerekirin.

Serokkomariya Îraqê derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyaniyek belav kir.

Serokkomariyê di daxuyaniyê de got, "Em wê destdirêjiya tawanbarî ya ku li Qada Gazê ya Kormorê ya li Silêmaniyê hat kirin û bû sedema zerergihandina dabînkirina enerjiyê li Herêma Kurdistanê û bajarên din ên welêt, bi tundî şermezar dikin."

Serokkomariya her wiha ragihand, "Ev tawana kirêt hewldaneke bêhêvî ye ji bo armancgirtina ewlehî û aramiya bidestketî ya welêt û lêdana li aboriya niştimanî û derxistina tevlîheviyê."

Daxwaza Serokkomariya ew e ku "ji bo eşkerekirina hûrgiliyan lêkolîneke berfireh û cidî li ser êrişê were kirin."

Serokkomariya di heman demê de bangî hemû hêzên siyasî kir ku yekrêziya niştimanî biparêzin û ji bo berjewendiyên bilind ên welêt û rêlibergirtina her hewldana ji bo derxistina tundî û tevlîheviyê bi hev re kar bikin.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Di encama êrişê de agir bi depoyeke mezin a qadê ket.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, nêzîkî demjimêr 09:00ê vê sibehê agir bi temamî hatiye kontrolkirin.

Ji ber êrişê şandina gazê ji bo wan stasyonên ku bi gazê kar dikin hat rawestandin, ev yek jî bû sedema kêmbûna ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê.

Her îro, Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Îraq Sebah Numan eşkere kir, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî "serokatiya civîneke lezgîn kir, da ku encamên êrişa şeva borî ya li ser Qada Gazê ya Kormorê gotûbêj bikin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî "civîneke lezgîn" pêk anî û biryar da ku ji bo lêkolîna êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê komîteyeke bilind bi beşdariya Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û bi piştgiriya Koalîsyonê were avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst