Hewlêr (Rûdaw) - Di versiyona xwe ya herî nû de, Google Maps herêmê "nakok" wekî beşeke nexşeya Herêma Kurdistanê dihesibîne.
Dema ku li ser Google Mapsê navê Herêma Kurdistanê tê nivîsandin, Kerkûk, Xaneqîn, Pirdê, Kifri, Duz Xurmatû, Mexmûr, Şingal, Gwêr, Başîqe û Behzan, Xankê û beşeke Tilkêfê û hemû deverên din ên ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de nakokî li ser wan hene, dikevin nav sînorên Herêma Kurdistanê.
Îlona îsal Googleê cara yekem sînorên Herêma Kurdistanê li ser nexşeyê diyar kiribû lê wê demê hemû herêmên nakok li derveyî sînorên Herêma Kurdistanê bûn.
Her çiqas di destûra Îraqê de Herêma Kurdistanê wekî pêkhateyeke xwebirêvebir di çarçoveya welatekî federal de hatibe hesibandin jî sînorên wê nehatine diyarkirin.
Deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku dikevin parêzgehên Kerkûk, Diyala, Nînova û Selahedînê wekî herêmên nakok bi nav dike, her çiqas nehatibin destnîşankirin bê ka kîjan in.
Madeya 140î û pirsgirêkên heyî
Li gorî Madeya 140î ya destûra Îraqê, divabû bi pêvajoyeke sê qonaxî ku ji asayîkirin, serjimêrî û referandumê pêk tê, çarenivîsa wan deveran were yekalîkirin bê ka dê di bin serwerî û kontrola îdarî ya kîjan hikûmetê de bin.
Lê belê pêvajo temam nebû û ew dema ku jê re hatibû danîn, sala 2007an derbas bû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî daxwaz ji Bexdayê kiriye ku Madeya 140î bi cih bîne.
Bicihneanîna destûrê bûye sedema gelek pirsgirêk û nakokiyên siyasî û aborî, ev ji bilî pirsgirêkên ewlehiyê ku carinan bûne sedema xwînrijandinê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bexda bi wê yekê tohmetbar dike ku bi dayîna girêbestên petrol û gazê yên bi kompanyayan re bêyî beşdariya Herêma Kurdistanê, destûr bin pê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse