Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa li ser Kêlgeha Gaza Kormorê bi tundî şermezar kir û daxwaz ji Bexda û civaka navneteweyî kir ku ji bo dabînkirina sîstema parastina esmanî alîkar bin.
Her wiha Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê êriş şermezar kir û xwest ku kiryar werin cezakirin.
Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êriş bi tundî şermezar kir û ragihand, êrişê "binesaziya aborî û xizmetguzariya giştî ya li Herêma Kurdistanê û Îraqê û veberhênana navneteweyî" kiriye armanc.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrişa şeva borî bû sedema rawestandina temamî ya qada gazê û daketina asta hilberîna karebayê bi awayekî berbiçav."
Ofîsê ji hikûmeta federal xwest ku "lêkolîneke cidî" bike û tawanbaran ceza bike.
Ofîsê di heman demê de, daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku "ji bo parastina aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê, piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin di dabînkirina sîstema parastina esmanî de" û zextê li hikûmeta federal bikin da ku rê li ber ducarebûna "tawanên bi vî rengî" bigirin.
"Destûrê bidin em sîstema parastinê bikirin"
Alîkarê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed rexne li Wezareta Petrolê ya Îraqê girt û ji hikûmeta Îraqê xwest ku alîkariya Hewlêrê bike da ku sîstema parastinê ji bo parastina binesaziya enerjiyê bi dest bixe.
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihandibû ku ew amade ne alîkariya Herêma Kurdistanê bikin ji bo çakkirina ziyanên Qada Gazê ya Kormorê ku şeva rastî êrişê hatibû.
Ezîz Ehmed nûçeya Rûdawê li ser Xê parve kir û wiha nivîsî:
"Axaftin hêsan e. Hikûmeta federal ji mêj ve rê li ber hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê girtiye ku ax û binesaziyên xwe yên girîng ji wan êrişan biparêze ku ji beşên din ên welêt ve li ser tên kirin."
Ezîz Ehmed diyar kir ku alîkariya herî bibandor ku Bexda dikare pêşkêş bike, dayîna destûrê ye da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê karibe li dijî êrişên mûşekî û dronan sîstema parastinê bikire.
Ezîz Ehmed her wiha got, "Hûn bi vî awayî dikarin alîkariya her du aliyan bikin:
Kêlgeh ji aliyê kompanyaya Pearl Petroleumê ve tê birêvebirin û di salên borî de gelek caran hatiye hedefgirtin.
Bertekên navneteweyî
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Îraqê Mark Savaya:
"Pêwîst e hikûmeta Îraqê kiryarên êrişê bibîne û wan siza bike. Bila zelal be: Di Îraqeke xwedî serwerî de cih ji bo komên çekdar ên neyasayî nîne."
Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Siddiq:
"Em êrişa li ser Kêlgeha Kormorê bi tundî şermezar dikin. Êrişkirina ser binesaziya enerjiyê gef e li ser aramiya Îraqê. Em daxwaz dikin ku lêpirsîn bi kiryaran re were kirin."
Nûnerê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê:
"Em nîgeraniya xwe ya kûr a li ser êrişa bi dronan a li ser Qada Kormorê tînin zimên. Em vê êrişa ku li ser binesaziya enerjiyê ya sivîl hatiye kirin şermezar dikin."
Balyozxaneya Almanyayê ya Îraqê:
"Em bi temamî tevlî daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê dibin."
Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Patrick Durel:
"Ez bi awayekî herî tund êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê şermezar dikim. Fransa pabendbûna xwe ya ji bo ewlehiya Îraqê ku Kurdistanê jî li xwe digire, ducare dike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse