Amerîkayê ji Rûdawê re got: Di êrişên Tirkiyeyê de sivîl hatine kuştin, divê rawestin

27-12-2023
Nîşan Tirkiye Amerîka Rojavayê Kurdistanê Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê “nîgeran” e û dixwaze “tundî demildest raweste.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, bi rêya e-mailê pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ya li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê bersivand.

“Bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser êrişên Tirkiyeyê got:

“Em ji ber van êrişên dawiyê yên li bakurê Sûriyeyê nîgeran in ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan.

Herwiha êrişî binesaziya sivîl jî hatiye kirin.”

Tirkiyeyê piştî ku 22 û 23yê Kanûna Pêşînê 12 leşkerên wê hatin kuştin (li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê) êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Di van êrişên wê de 8 kesan canê xwe ji dest da, 18 kes jî birîndar bûn.

Herwiha Tirkiye êrişî saziyên sivîl jî dike û herî dawiyê li Qamişloyê çapxaneyek bombebaran kir.

“Me divê demildest raweste”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser van êrişan got:

“Me divê tundî demildest raweste û rêz li xalên agirbestê were girtin.”

Tirkiyeyê şeva borî jî li Dirbêsiyê, Navendeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û mala kesekî sivîl bombebaran kirin.

Êrişên li Rojavayê Kurdistanê

Tirkiyeyê heta niha bi hinceta “parastina sînorên xwe” gelek deverên Rojavayê Kurdistanê dagir kirine.

Tirkiye cara ewil, sala 2016an li bakurê Sûriyeyê ket navçeyên Raî, El Bab û Ezezê yên Helebê.

Dîsa 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 58 rojan xaka Efrînê parast lê Tirkiyeyê bi piştgiriya grûpên mixalif ên Sûriyeyê Efrîn dagir kir.

Tirkiyeyê 9ê Çiriya Pêşîna 2019an jî Erişî bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kir û ew der jî dagir kirin.

Piştî dagirkirina Tirkiyeyê demografiya van deveran diguhere, Kurd ji ber zext û zilma grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê naçar dimînin ku dev ji warê bav û kalên xwe berdin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst