DUHOK – 24 hezar malbatanên koçber kirêdar in

28-02-2018
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Duhok
Duhok
Nîşan Duhok Xanî Kirê Koçber
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Ji sedî 60ê koçberên ku li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê ne di nava kampan de dijîn lê nêzîkî 24 hezar malbat jî di avahiyên bi kirê de ne.

 

Behroz Ebdulkerîm yek ji wan koçberên ji Rojavayê Kurdistanê ye, ku ev 5 sal in di xaniyê kirê de dimîne. Ew dibêje, gelek malbatên koçber ên mîna wan hene, ku di bajêr de ji xwe re kar dîtine, debara jiyana xwe dikin lewma jî di xaniyên kirê de dimînin.

 

Berpirsê Peywendî û Ragihandinê yê Borda Karûbarên Mirovayetî Salim Seîd jî dibêje: “Gelek ji wan li bajar kar dikin an jî qesda jiyana bajar kirine. Lewma li vir dimînin. Lê eger bixwazin vegerin kampan jî em pêşiya wan nagrin. Kengî xwestibin vegerin û peywendî bi saziyê ve kiribin me jî hêsankarî ji wan re kiriye.”

 

Li gor amarên Borda Karûbarên Mirovayetî, li parêzgeha Duhokê 627 hezar û 144 koçber hene û li ser 24 kampan hatine parvekirin. Lê rêjeyeke zêde jî li gund, komelgeh û bajaran dimînin.

 

Li gorî dezgehên zanistî, hebûna koçberan dibe sedema livîna bazaran jî. Bi tevê zêdebûna alogora li bazar, hebûna hejmareke zêde ya kirêdaran jî ji gelek malbatên Duhokê re bûye dahateke din.

 

Rektorê Koleja Kargêrî û Aborî yê Zanîngeha Duhokê Dr Rêber Fetah jî diyar dike: “Di warê xizmetên weke xwendin, elektrîk û pêwîstiyên din de bare penaberan dikeve ser milê hikûmetê lê sûda wan jî digihe bazarê. Hebûna wan nahêle bazar bikeve.”

 

Li Duhokê 24 kampên koçberan hene lê beşek ji koçberan li ser daxwaza xwe di avahiyên bi kirê de dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst