Koşka Spî naveroka civîna Erdogan û Kushner aşkere kir

28-02-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Amerîka Erdogan Jared Kushner Koşka Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koşka Spî, di derbarê hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Şêwirmendê Serokê Amerîkayê, Jared Kushner de daxuyaniyek belav kir.

 

Şandeke pilebilind a Amerîkayê ku ji Şêwirmendê Trump, Jarek Kushner, Nûnerê Taybet ê Trump bo Bazarên Navdewletî, Jason Greenblatt û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Karûbarên Îranê, Brian Hook pêkdihat, serdana Tirkiyê kir.

 

Şanda Amerîkayê ya bi serokatiya Jared Kushner duh li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civîn pêk anî.

 

Derbarê naveroka hevdîtinê de, Koşka Spî di daxuyaniyrkê de ragihand ku di vê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên navbera herdu welatan û hewlên Enqere û Washingtonê yên ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl û Felestînê de hatine gotûbêjkirin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku di vê hevdîtinê de, ji bo ku rewşa herêmê baştir bibe, Erdogan û Kuchner tekezî li ser encamdana veberhênanên pêwîst kirine.

 

Herwiha di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye aşkerakirin ku Nûnerê Taybet ê Bazarên Navneteweyî yê Amerîkayê Jason Greenblatt û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê, Brian Hook jî li gel Jared Kushner, beşdarî vê civînê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst