Erdogan û Putin axivîn: Mijara sereke peymana dexlûdanê bû

02-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rûsya Erdogan Putin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, îro bi telefonê axivîn.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê ya Tirkiyeyê ragihand ku Recep Tayyip Erdogan û Vladimir Putin, îro bi telefonê axivîne û wan derbarê serdana Putin a Enqereyê de li hev kiriye.

Di ragihandinê de dîroka vê serdana Putîn nehatiye diyarkirin.

Erdogan di hevdîtinê de bo serdana zêde ya geştyarên Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê spasiya xwe aniye ziman û ragihandiye ku “Dê bi hewlên hevbeş di sektora geştyariyê de rekorekê tomar bikin.”

“Hewldana Deryaya Reş ne di berjewendiya ti aliyekî de ye”

Erdogan behsa şerê Rûsya û Ukraynayê jî kir û got:

“Divê pêngavên ku bibin sedema zêdebûna aloziyan neyên avêtin. Ji bo aştiyê 'Hewldana Deryaya Reş' gelekî girîng e. Aktîvnebûna Hewldana Deryaya Reş ne di berjewendiya ti aliyekî de ye û dê zerara herî zêde jî welatên ku dahata wan kêm e û pêwîstiya wan bi dexlûdan heye bibînin.”

Kremlînê jî hefteya borî ragihandibû ku ji bo serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn a bo Tirkiyeyê planên her du aliyan hene lê dema serdanê hîn ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst