Çîroka malbatekê; Di nava 30 salan de 3 caran bê cih û war mane

Amed (Rûdaw) - Di vê erdhejê de derkete holê ku gelek malbat di nava 30 salên dawiyê de ji ber şer û pevçûnan herî kêm 2 caran koçber bûne. Kesên ku berê ji ber şer koçber dibûn û bê cih û war diman niha ji ber erdhejê yan di çadiran de dimînin an jî terka bajarê xwe dikin. Yek ji van kesan jî Hacî Mihemed Umur e. Em çîroka vê malbatê ku di nava 30 salan de 3 car bê cih û war mane di vê raportê de bibînin.

Yek ji van koçberên ku ji ber şerê nava bajêran di sala 2015an de mala xwe bar kiriye jî Hacî Mihemed Umur e. Di dema şerê nava Sûrê de xaniyê wî hatiye xirakirin û ew neçar maye koçberî Korxeta Baglarê bibe.

Lê piştî erdheja 6ê sibatê careke din ji mala xwe bûye û bê cih û war maye. Niha li parkek, di çadirê de dijî.

Zirarmendê şer û erdhejê Hacî Mihemed Umur dibêje: “Xaniyên me xira kirin, em reviyan. Em reviyan hatin Korxetê. Baglar Korxetê. Em hatin vira. Emrê îlahî emrê xweda ye. Li vir jî zelzele çêbû, em ji tirsa rihê xwe derketine çadiran.”

Piştî erdhejê ew bi hevjîn û zarokên xwe re li derve maye. Kewên xwe yên gozel jî ji bîr nekirine.

Tirs û xofa ku erdhejê daye ser dilê wî bi terbêkirina kewan ji ser xwe davêje. Lê nediyarî, metirsiya pêşerojê li ser milê wî dibe derdê ser derdan.

Hacî Mihemed Umur herwiha dibêje: “Îro em ne qayîl in di nava bajêr de bikevin çadiran. Em jî fedî dikin, em jî li ber xwe dikevin. Em jî dixwazin em bibin xwediyê erdan, bibin xwediyê milkan.”

Semîha Umur a hevjîna Hacî Mihemed Umur jî got: “Îro xaniyê me hebe û xweş be, tirs tê de tune be, em dê ji xwe re di xaniyê xwe de rûnên. Paqij e, ji çadiran çêtir e. Em ji xwe re li ber xwe dikevin.”

Di şerê nava bajêran de herî kêm 20 hezar kes ji Sûrê koçber bûn û beşek ji wan li navçeya Baglarê bi cih bûn. Koçberên ku nekarîn xwe li Amedê bigrin jî berê xwe dan bajarên tirkan.

Muxtarê Korxetê Şêxmûs Devîren jî got: “Ev çend sal in li vir rûdinên, li Korxetê rûdinên. Ev ên di çadiran de piranî ji xwe ji Sûrê hatine, ji Taxa Hesîrlî û Alî Paşayê hatine. Hinek ji wan diçin Konyayê û Marmarîsê. Diçin wan deran jî.”

Şer û pevçûn, qeyrana aboriyê, karesatên xwezayî helbet bandoreke xirab li ser hemû mirovan dike. Lê bandora wan a li ser hejaran li gorî maldaran qat bi qat zêdetir e.