DUHOK- Di şerê du malbatan de kesek hat kuştin

29-03-2020
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Duhok Sêmêl
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li gundekî qezaya Sêmêlê li sînorê parêzgeha Duhokê, ji ber nakokiyên li ser zewiyan, di navbera du malbatan de şer derket û kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Nahiyeya Batêl li qezaya Sêmêlê, Eyser Cercîs ji Rûdawê re ragihand: “Li gundê Sûriya ya ser bi nahiyeya Batêlê ve şer di navbera malbateke Kurd û malbateke Ereb de li ser xewiyekê çê bûye û di şer de kêr hatiye bikaranîn.”

Eyser Cercîs diyar kir: “Ji ber şerê bi kêran de zilamek hatiye kuştin, ku Kurd e û du zilamên din jî ji her du malbatan birîndar bûne.”

Cercîs got: “Birînên wan kesan dijwar in û bo Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê hatine şandin.”

Rêveberê Nahiyeya Batêlê herwiha destnîşan kir, şeş kes ji her herdu malbatan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin û tekez kir, hêzên ewlehiyê rewş li wî gundi kontrol kirine.

Gundê Sûriya 30 km ji rojavayê nahiyeya Batêlê dûr e û Kurd û Krîstiyan têde dijîn û “bi gotina Rêveberê Nahiyeya Batêlê ew jî ji bo karê şivantiyê li wî gundi bicih bûne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst