TEQÎNA ENKAWA – Tawanbarên bûyerê mikur hatin (VÎDEO)

28-04-2015
RÛDAW
Rudaw
Rudaw
Nîşan Enkawa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Tawanbarên teqîna bajarokê Enkawa yê Hewlêrê li sûce xwe mikur hatin.

 

Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, piştî lêkolîneke kûr, tîmên lêkolînê yên rêveberiya giştî ya dij-terorê ya ser bi Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ve û Rêveberiya Asayişa Hewlêrê karîn 5 tewanbarên sereke yên teqîna Enkawe ku roja 17ê vê mehê li bajarokê Enkawe çêbû bigirin ku 4 kes ji wan xelkê Hewlêrê ne û yek jî ji erebên Kerkûkê ye.

 

Bijar Mihemed Xerîb, Deriya Mecîd, Karwan Hesen, Karzan Selahedîn ku Kurd in û xelkê Hewlêrê ne, ligel Erebekî Kerkûkê bi navê Ehmed Casim îtirafên wan li ser  teqînê hat belavkirin.

 

Wan kesan îtiraf kirin ku ew bi teqînê rabûne û kesê bi navê Karwan got ku wî bi rêya mizgeftê Deriya nas kiriye.

 

Karwan Hesen herwiha got ku ew ji newala Simaqulî derbasî Hewlêrê bûn.

 

Kesê Ereb yê bi navê Ehmed Casim jî got ku wî ew kesên din fêr kirin çawa otomobîlê biteqînin.

 

Li gorî gotinên wan kesan, otombîla ku hatî teqandin nimreya Silêmaniyê bû û cureya wê KIA Rio - 2012an bû.

 

Di encama wê teqînê, ku li nêzîk kaftêriyaya Nelly bi rêya otomobîleke bombekirî û ji dûr ve “bi rêya kontrolê” hatibû teqandin, 2 kurdên Bakurê Kurdistanê, şehîd bibûn, herwiha 10 welatiyên din ên sivîl birîndar bibûn.

 

Şehîdên bûyerê welatiyên ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê yên bi navê Bilind Onen (34) û Sadettin Şan (29) bûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst