Serokatiya Nêçîrvan Barzanî çi bandorê li peywendiyên Hewlêr-Enqerê dike?

28-05-2019
Rawîn Stêrk – Şewket Herkî
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Lêkolînvan û akademîsyenên Tirkiyê ji Rûdawê re axivîn û ragihandin, hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê dê bandoreke erênî li pêşketina peywendiyên Hewlêr-Enqerê bike û tekez kirin,  rola bi bandor a Nêçîrvan Barzanî dê bibe sedema encamên baş di peywendiyên herdu aliyan de.

 

Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart.

 

Li ser hilbijartin û destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê, lêkolînvan û akademîsyenên navdar ên Tirkiyê ji Rûdawê re nirxandinên xwe vegotin.

 

Lêkolînvan û akademîsyenên Tirkiyê di vê baweriyê de ne ku Nêçîrvan Barzanî xwedî roleke bihêz û bi bandor e û hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê dê bandoreke erênî li ser peywendiyên navbera Hewlêr-Enqerê hebe.

 

Dê bandoreke erênî hebe


 

Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM), Oytun Orhan li Enqerê ji Rûdawê re ragihand: “Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Tirkiyê ve baş tê naskirin. Ji ber wê eger kesekî weke Nêçîrvan Barzanî bibe serok dê zûtirîn dem peywendiyên her du aliyan jî bigehin astekî asayî û normal. Ji ber ku ez wisa pêşbînî dikim ku dê di mijarên di derbarê welatên ciran de rol û desthilita serokî zêde be.

 

Zêde hêvî û daxwazeke mezin ya Tirkiyê nîne. Lê dîsa di meseleya PKKê de hin daxwazên Tirkiyê hene. li kêleka vê dîsa mijarên duqolî hene, mijara enerjiyê heye dikare peywendiyan pêş bixe.”

 

Nêçîrvan Barzanî ji bo vê herêmê şansek mezin e


 

Ji Enstîtuya Hizêrn Stratejîk (SDE), Mîthat Kiliç dibêje: “Nêçîrvan Barzanî di van salên dawî de yek jî siyasetmedarên herî giring yê herêmê ye. Kesekî entelektuel, zimanzan e û dinyayê baş nas dike. Dikare bi cîranan re peywendiyeke baş dirust bike. Giringiyê bi hestê mirovî û rêhevaliyê dide. Ez bi rastî serokatiya  Nêçîrvan Barzanî ya herêma ji  bo Herêmê weke şansekî mezin dibînim.

 

Serokatiya Barzanî ji bo Tirkiyê şansekî mezin e, lê ji bo baştirkirina peywendiyan Nêçîrvan Barzanî bila peyamên xwe tenê li ser medyayê belav neke, bila seredana Tirkiyê bike û bila peywendiyeke rasterast hebe. bila siyasetmedarên me jî seredana herêmê bikin. Bila hewlêr, silêmanî û dihuk û bi giştî herêma reveberiya kurdan baş bide nasandin.”

 

Tirkiye pêşwazî li rola Nêçîrvan Barzanî dike


 

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkasyayê (KAFKASSAM), Dr Hasan Oktay jî li Enqerê li ser mijara hilbijartina Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re got: “Weke tê zanîn Wezîrê Derve yê Tirkiyê birêz Mevlut Çavuşoglu di dema seredana xwe ya ji Iraqê bi Nêçîrvan re jî hevdîtin pêkanîn.  Tirkiye dixwaze ku Nêçîrvan Barzanî li herêmê xwedî rol û desthilat be. Zêdetirî 20 sal in ku Tirkiyê peywendiyeke baş bi herêmê re heye.

 

Ji bo Tirkiyê xetê herî muhîm PKK û êrişên wê yên li ser axa Tirkiyê ne. Eger Nêçîrvan Barzanî di vê mijarê de li gorî berjewendiya Tirkiyê xwedî helwesteke zelal be, peywendî dê baştir bin û Tirkiye dê zêdetir piştgirya herêmê bike.”

 

Ji bo Herêma Kurdistana Iraqê pêşhateke baş e


 

Li Stenbolê, lêkolînêr û nivîskar Tarik Çelenk jî da xuyakirin: “Ew ji bo Herêma Kurdistanê geşedaneke baş e ji ber ku aktorên Silêmanî û Hewlêrê li hev kirin û ew dê îstikrarekê bi xwe re bîne. Ew jî dê pêşiya geşbûnên demokratîk û aborî veke. Li aliyê din Nêçîrvan beg kesekî genc e û zimanê biyanî baş dizane. Kesekî vekirî ye li hemberî krîterên demokratîk. Ew jî wê pêwendiyên siyasî û aborî ên bi Tirkiye re baştir bike.

 

Divê pêştir pêwendiyên siyasî ên bi Tirkiye re bêne durustkirin ku ew piştî giştpirsiya serxwebûnê xira bibûn. Divê ew jî bi pêwendiya taybet ya Nêçîrvan beg û serokomarê me bêne baştirkirin. Li aliyê din divê pêwendiyên aborî di berjewendiya herdû aliyan de bêne pêşxistin. Helbet bi pêwendiyên İranê re jî divêmijûl bibin û bingehek baş dêynin.”

 

Nêçîrvan Barzanî kesekî dinadîtî ye û xeta Mele Mistefa û Mesûd Barzanî diparêze


 

Lêkolînêr Îhsan Aktaş ji Stenbolê ve ji Rûdawê re ragihand:  “Neçîrvan Barzanî ew kes e ku perwerdeyeke baş stendiye û dinya dîtiye. Ji Mele Mistefa ta Mesûd Barzanî xetek hebû û xuya ye kesê ku wê xetê diparêze jî Neçîrvan Barzanî ye. Bakûrê Iraqê di pêvajoyek girîng re derbas bû. Çaverê ye ku ew herêm bigihîje aramiyekê û bandora wê li derdorê jî bibe. Bi ya min him ji bo herêmê him ji bo welatên cîran wê polîtîkayên baş bi rêve bibe.

 

Denge û polîtîkaya ku bi Iraqê re bê danîn dê gelekî girîng be. Pê re jî Îran û Tirkiye ji bo herêmê girîng in û divê pêwendiyên baş dêyne. Ne ku zêde di berjewendiya Îranê de ne jî zêde di berjewendiya Tirikye de divê dengeyek hebe. Li aliyê din ger ji bo sîstemek demokratîk modelek deyne ew dê ji bo HDP û PKKê jî bibe sedema hin guherînan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst