MUNÎH - Nêçîrvan Barzanî û şêwirmendên Emmanuel Macron civiyan

18-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzan Nêçîrvan Barzanî Anne-Claire Legendre Emmanuel Bonne Konferansa Ewlehiyê ya Munîh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi şêwirmendên Serokkomarê Fransayê Anne-Claire Legendre û Emmanuel Bonne re hevdîtinek kir.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî rojên yekem û duyem ên kongreyê (16-17 Sibatê) bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kirin.

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê ên li Munîhê îro jî berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî di roja sêyem a kongreyê de bi şêwirmendên dîplomasiyê yên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Anne-Claire Legendre û Emmanuel Bonne re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku Barzanî û şêwirmendên Emmanuel Macron li ser “pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û rewşa Îraq û herêmê” nirxandin kirine.

Serokatiyê destnîşan kir ku her du aliyan nêrinên xwe yên li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û bandora aloziyên li Rojhilata Navîn a li ser herêmê anîne zimên.

Her du alî hevra bûn ku divê aramî û ewlehî were parastin û rê li ber zêdebûna aloziyan were girtin.

Li hêla din, “pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û metirsiya DAIŞê” hinek ji mijarên vê civînê bûn.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku tevî konferansê dibe. Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe yên girîng de dibe dengê Herêma Kurdistanê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî, Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes, Şêwîrmendê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein û Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re civiya.

Hevdîtinên Roja Sêyem

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de îro bi şandeyeke Kongreya Amerîkayê ya bi pêşengiya Mike Turner, Alîkara Wezîrê Karûbarên Ewlehiya Navneteweyî yê Pentagonê Celeste A. Wallanderê û Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallasê re hevdîtin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst