Barzanî: Derket holê ku em li ser heq bûn

28-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Barzanî ENKS Îbrahîm Biro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina li gel şandeke ENKSê de amaje bi bertek û gefên Iraqê li hember referandum û dengê rewa yê gelê Kurdistanê kir û got: “Derket holê ku em li ser heq bûn û biryara refernadumê jî biryareke rast û rewa bû.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera wê hatiye belavkirin, aşkere kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pênçşemî 28ê Îlona 2017ê li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî Hewlêrê pêşwazî li şandeke Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriye (ENKS) ya bi serokatiya Îbrahîm Biro kiriye.

 

Li gorî daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de şanda ENKSê li ser navê xwe û gelê Kurd ê li Sûriyê serkevtina referandumê û dengê Belê ji bo serxwebûnê li Serok Barzanî pîroz kir.

 

Herwiha Serokê ENKSê Îbrahîm Biro encamdana referanduma serxwebûnê û serkevtina dengê Belê weke rojekî dîrokî di dîroka gelê Kurdistaniyan de bi nav kir, û da xuyakirin, ku ew yek bûye sedema şahî û keyfxweşiya kurdên hemû perçeyan.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê hevdîtinê de spasiya piştevaniya gelê Kurd ê li Sûriye û Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir û ragihand, ku “piştevaniya we ya ji bo xelkê Kurdistanê cihê dilgermiya me bû.”

 

Di derbarê helwest û bertekên Bexdayê yên li beramber dengê rewa yê gelê Kurdistanê de jî, Serok Barzanî tekez kir, ku bertekên li beramber dengê rewa û aştiyane yê gelê Kurdistanê rastî û kerbê dilê wan kesan derxist holê ku li dijî mafên xelkê Kurdistanê ne û zimanê gefê bi kar tînin.

 

Barzanî herwiha diyar kir, ku helwesta Bexdayê ew yek jî nîşan da, ku “em çend li ser heq bûn û biryara referandum jî çend biryareke rast û rewa bûye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst