Navenda Metroyê: Hikûmet di navbera saziyên medyayî de cihêkariyê dike

28-09-2025
RÛDAW
Nîşan Navenda Metroyê Medya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo Roja Cîhanî ya Gihîştina Agahiyan, Navenda Metroyê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê yasaya bidestxistina agahiyan bi cih nayîne.

Navenda Metroyê xwest ku kabîneya bê yaseyê bi cih bîne û ji medyakaran jî xwest ku "miameleyeke pîşeyî bikin".

Navenda Metroyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand:

"Ji ber ku rênima nehatine derxistin, 12 sal in Yasaya Mafê Bidestxistina Agahiyan li Herêma Kurdistanê rawestiyaye û kar pê nayê kirin."

Rêkxerê Navenda Metroyê Rehman Xerîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re anî ziman:

"Çanda veşartina agahiyan di sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de serdest e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dayîna agahiyan de di navbera saziyên medyayî de cihêkariyê dike.

Hikûmet dixwaze tenê nûçeyên protokolî yên wê werin weşandin."

Navenda Metroyê kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest:

"Li gorî madeya 25an a yasaya hejmar 11a sala 2013an, Yasaya Mafê Bidestxistina Agahiyan, bi hevahengiya li gel Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan rênimayên pêwîst ji bo hêsankirina bicihanîna yasayê derxin.

Rêzê li vî mafî ku bi azadiya derbirînê ve girêdayî ye û bingehîn e bigirin."

Gihîştina agahiyan hîmê civaka demokratîk e

Navenda Metroyê amaje pê kir ku dê sibe ji bo Roja Cîhanî ya Gihîştina Agahiyan, UNESCO li gel hikûmeta Fîlîpînê mazûvaniya konferanseke cîhanî bike ku dê 2 rojan bidome.

Navendê diyar kir ku gihîştina agahiyan hîmê civaka demokratîk e û mafekî bingehîn ê mirovan e ku bi azadiya derbirînê ve girêdayî ye.

Navenda Metroyê her wiha ragihand:

"Ji ber veşartina agahiyên hestyar û girîng ji welatî û medyakaran û ji ber tevlîbûna berpirsên hikûmî û hizbî di destdirêjiya li ser saman û milkê giştî de, nehatiye karîn bi awayekî çalak beşdarî di eşkerekirina gelek dosyeyên gendeliyê de were kirin."

Navenda Metroyê di beşeke din a daxuyaniyê de ji rojnameger û medyayê jî xwest:

"Di miameleya bi nûçeyan re de pîşeyî û rastgo bin, ji ber ku girîngiya wan ji dayîna agahiyan ne kêmtir e.

Divê di veguhastina agahiyan ji welatiyan re de rastgo bin û ji lîstina bi agahiyan dûr bikevin û nekevin xefka nûçeyên derew û alîgir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst