Hewlêr (Rûdaw) - Bafil Talebanî li Kerkûkê ji bo propagandaya hilbijartinan got, "Tevahiya cîhanê dixwaze li Kerkûkê bazirganiyê bike."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê li Kerkûkê bi endam û alîgirên partiya xwe re civiya.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê behsa sozên ku di hilbijartinên berê de li Kerkûkê dabûn kir û got:
"Soza dawî ya ku min da we, heta hinek ji hevalên me bi xwe jî bawer nedikirin ku em bi cih bînin, ew bû ku me ji we re got em dê kurekî Kerkûkî ji malbatên hejar ên Kerkûkê, YNKyiyekî Kerkûkî, bikin parêzgar.
Nîvê cîhanê li hemberî me sekinî lê me ew têk birin û me kir."
Bafil Talebanî behsa xizmetguzariyên li Kerkûkê kir û da zanîn:
"Ava me heye, elektrîka me heye, dibistanên me hene û nexweşxaneyên me hene.
Ev soz bûn û me bi cih anîn. Bi budceyê ev ji bo Kerkûkê hatine kirin.
Bînin ber çavên xwe, eger budceya pêwîst ji bo Kerkûkê hebe, wê demê em dê çi bikin li vî bajarê pîroz."
"Tevahiya cîhanê dixwaze li Kerkûkê bazirganiyê bike"
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di gotara xwe de got:
"Ji dema ku Kerkûk hatiye avakirin, cara yekem e di çarçoveya Madeya 140î ya destûrê de erd hatiye dabeşkirin.
Kengî ev yek çêbûye? Niha mafên cotkarên me parastî ne.
Kengî wisa bûye? Binêrin mafê we yê welatîbûnê çawa hatiye parastin.
Binêrin çend kompanya tên Kerkûkê. Niha tevahiya cîhanê dixwaze li Kerkûkê bazirganiyê bike.
Ev bernameya YNKyê ye, bernameya Mam Celal e.
Kerkûk petrol e, ax e, xwîn e lê destegula Mam Celal e.
Min ji we re got em dê Kerkûkê bikin mînaka bihevrejiyanê.
Min ji we re got em dê li Kerkûkê pirsgirêkan nehêlin û bi piştgiriya we me ev yek bi cih anî.
Kurd, Ereb, Xiristiyan, Kakeyî û Tirkmen wekî hev li vî bajarî dijîn."
"Em qebûl nakin ku bi rêya ol, netewe û zimanan cudahiyê çêbikin"
Bafil Talebanî peyameke taybet ji pêkhateyên Kerkûkê re şand û ragihand:
"Peyameke min a taybet ji bo Ereb, Xiristiyan, Kakeyî û Tirkmenan heye.
Ji dilê min, ji dilê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji dilê Cenabê Mam Celal, em rêzê li we digirin, em we diparêzin, em ji bo we şer dikin, em rêzê li nasnameya we digirin, em rêzê li mafên we digirin, em rêzê li girîngiya we ya li Kerkûkê digirin.
Ji ber ku bi vî ruhî em dikarin Kerkûkê geş bikin.
Deng û raya we ya ji bo hikûmetê ji me re pêwîst e û di her biryarekê de ku YNK ji bo Kurdistan, Îraq û Kerkûkê dide."
Talebanî derbarê xwendinê jî peyamek ji xwendekaran re şand û got:
"Divê xwendekarên Kerkûkê bi Kurdî bixwînin. Ev mafê wan e.
Di destûra Îraqê de Kurdî zimanê fermî ye û em tînin bîra wan ku ev destûr e.
Em qet qebûl nakin ku zilm li me bê kirin.
Em qebûl nakin ku bi rêya ol, netewe û zimanan cudahiyê bixin navbera pêkhateyên Kerkûkê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse