Li Amedê qeyrana jîngehê: Ava qirêjî diherike nav Dîcleyê
Amed (Rûdaw) - Ji ber têkçûna Tesîsa Parzûnkirina Ava Qirêjî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ava qirêjî ya ku ji serşokên malan tê rasterast diherike nav Çemê Dîcleyê.
Li gorî endezyaran, qirêjbûna çem ji bo mirov, xweza û hemû zindiyan metirsiyeke mezin çêdike.
Ava qirêjî ya bajarê Amedê ku nifûsa wî ya navendî milyonek e, niha tevlî Çemê Dîcleyê dibe ku ev çem ji Amedê heta Cizîra Botan nefesa xelkê ye.
Ji bo guhertinê 96 milyon lîre hatiye terxankirin
Berpirsên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar da ku navenda parzûnkirinê biguherin ji ber ku gelekî kevn bûye û bi kêr nayê.
Ji bo vê guhertinê 96 milyon lîreyê Tirkiyeyê hatiye terxankirin.
Tê plankirin ku parzûngeha nû 15ê Kanûna Pêşîn dest bi parzûnkirina ava qirêjî bike û Çemê Dîcleyê jî êdî paqij biherike.
"Dîcle yê hemû Mezopotamyayê ye"
Endezyarê Hawirdorê Resul Aslantaş bal kişand ser girîngiya mijarê û got:
“Paqijkirina avê pir girîng e. Pirsgirêka statuya Çemê Dîcleyê heye. Ji avzêma wê heta Bismilê ev pirsgirêk heye.
Çemê Dîcleyê ne tenê yê me ye. Yê hemû Mezopotamyayê ye. Yê miletê Kurd e. Divê em li çemê xwe xwedî derkevin.”
Sedema sereke ya qirêjbûna Çemê Dîcleyê têkçûna tesîsên parzûnkirina avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.
Li gorî berpirsyaran, ji 5 pompeyên ku avê parzûn dikin niha tenê pompeyek dixebite.
Ev jî tê wê wateyê ku ji sedî 50 zêdetir ava qirêjî ya malan, bêyî ku bê parzûnkirin diherike ser Çemê Dîcleyê.
"Em dê 15-20 rojan ava qirêjî bidin çem"
Midûrê Tesîsa Parzûnkirina Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şeref Kaplan destnîşan kir ku dê piştî mehekê pirsgirêk çareser bibe û got:
”Mehekê bi şûn de karê me hemû dê biqede. Heta mehekê em dê nikaribin ava qirêjî ji sedî sed parzûn bikin.
Dora 15-20 rojan em dê ava qirêjî bidin Çemê Dîcleyê. Dema karê me qediya, em dê ji sedî sed ava xwe bigirin tesîsê, parzûn bikin û ava paqij bidin Dîcleyê.”