Li Colemêrgê tirs zêde bû: Konteyneran vediguhêzin bajêr!

29-04-2024
Nîşan Colemêrg Erdhej Amadehî Konteyner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber ku li bajêr tirsa erdhejê zêde bûye konteyner û konan vediguhêzin Colemêrgê.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) û pispor demên dawiyê li ser hev hişyariyan didin ku eger heye li Colemêrga Bakurê Kurdistanê erdhejeke mezin rû bide.

Parêzgariya Colemêrgê piştî van hişyariyan perwerde da hêzên ewlehiyê û ji bo konteyneran hinek cih diyar kirin.

Li hêla din, li Colemêrg û Geverê hinek dibistan û avahiyên fermî hatin valakirin û AFADê dest bi haziriyên erdhejê kir.

Li gorî nûçeya DHAyê jî li Colemêrg û Şemzînanê ji bo konteyneran hinek cih hatine destnîşankirin.

Heta niha 2 hezar û 800 kon danîne depoyên li Colemêrg û Geverê.

200 konteyner jî li deverên cuda yên Şemzînanê hatine danîn.

Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk jî da zanîn ku ji bo erdhejê amadehî tên kirin û got:

“Li Colemêrg û Geverê ji bo 1000 konteynerî û li Şemzînanê jî ji bo 500 konteynerî cih hatiye diyarkirin.

200 konteyner hatine Şemzînanê û dê yên mayî jî werin.”

Alî Çelîk amaje pê kir ku ew dê derdora 10 hezar konan jî li Colemêrgê amade bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst