Li Colemêrgê vekirina rêyan didome

29-04-2025
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Berf Vekirina Rêyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li  navçeyên Gever û Şemzînanê yên parêzgeha Colemêrgê ya Bakur Kurdistanê li deverên bilind paqijkirina berfê didome.

Li Gever û Şemzînanê tîmên berpirsiyar kar û xebatên paqijkirina berfê didomînin û hewl didin rêyên girtî vekin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li herêma ku stûriya berfê cih bi cih digîhije 3-4 metreyan, ji bo vekirina rêyên herêma hin baregehan dixebitin.

Ekîb hefteyeke ku guh nadin rewşa hewayê ya nebaş, berfê paqij dikin û hinek rê vekirin.

Ji bo ku rêyên mane jî bên vekirin, xebat dewam dikin.

Parêzgeha Colemêrgê yek ji parêzgehên ku herî zêde berf lê dibare û heta nivê meha hezîranê jî berf nahele.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst